Şerê Helebê giheşte qonaxa dawî’

0
731

Piştî kontirolkirina Artêşa Sûriyê ji sedî 95 taxên rojhelatê Helebê şerê wî bajarî giheşte qonaxa dawî yê.

Derbarê vê babetê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, piştî vekşandina çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 6 taxên rojhelata Helebê û kontirolkirina ji sedî 95 ji wan taxa şerê wî bajarî kete qonaxa dawî yê de.

Rewangehê da zanî ku, duh çekdarên Opozîsyona Sûriyê ji taxên Bistan elbaşa, Kelasê, Kerem El- Dedoi, El-Firdeûs, El-Celûm û Cisir El- Hec vekişiyan.

Di hunderê mehekê taxê rojhelata Helebê bi tûndî ji aliyê rejîma Sûriy û Rûsyayê tê bombebarankirin, di encamde bi hezaran kes hatin kuştin û zêdeyî 50 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.