Hêzên ewlehî yên Tirkiyê du parlementerên HDP(Partiya Demokratîk a Gelan) girtin.
Li gor agahiyên ku ajansa Anadola Tirkî belav kiriye îro danê sibê 13.12.2016ê hêzên ewlehî yên Tirkiyê parlementerên HDPê Çaglar Demiral û Besîme Konca li Ankarê girtin.
Çaxlar Demîral çîgirê serokê firakasiyona HDPê ye û Besme Kunca parlementera Sîrtê li Kurdistana bakûrê ye.
Herdu parlementerên HDPê wek parlementerên din bi tometa piştevaniya PKKê girtin.