Rejîma Îslamî ya Îranê baştir nas bikin!

0
607
helmet
Helmet Me’rûfî

Nvîskar: Helmet Me’rûfî

Rejîma Îslamî ya Îranê di sala 1979‘an de piştî li ser kar avêtina rejîma Paşatiyê, hate ser desthilatê û heya niha ku di jiyê 37 saliyê de ye, hukim dike. Di wan 37 salan de gelek qonax derbaz kirine. Şerê Îran û Îraqê 8 salan domand û hevdem şerê partiyên Kurdistanê jî dikir û gelek şehîd û birîndar ji kurdan ketin û gelek bajêr û gundên kurdistanê jî şevitandin û bi xakê re yeksan kirin. Dûre rejîma Îslamî dest bi qonaxeke din bi navê hinartina şoreşê kir. Her ewa ku niha em dibînîn hêzên mîna Heşda Şeibî, Hûsî‘ yên Yemenê, Zeynebiyon, Fatimiyon, Hizbula û çend gurûpên terorîstî yên din hene û destwerdana di karûbarên navxweyî yên welatên mîna Sûriye, Yemen, Îraq, Efxanistan, Lubnan û …htd dike, hemû li encama wê siyaseta şandina şoreşê de ne.

Xumênî dema ku hat, li ‘‘Beheşt Zehra’’ ya Tehranê ji xelkê ra axivî û got: “Hûn çima pereyê av û elektirîkê didin? Gerek ew tişt belaş bin! Gerek pereyê çûyîna nexweşxane, xwendin û hatin û çûnê belaş be! Em hemî xûşk û bira ne û eve îslama rastîn e‘‘.

Lê ew gotin û îdeayên Xumênî bi wê watayê bûn ku em çi bêjn, ew e û çi maf ji neteweyên mîna kurdan nîne, kesê mafê hindê nîne ku basa mafê xwe bike, ziman yek e, ala yek e, wlat yek e û herwek piştre me dît, kê wusa nekir, hate kuştin, talan kirin û neçar ma birewe û xwe rizgar bike.

Îdam û bi darvekrina dijberan li Îranê dest pêkir, kurdan jî mafê xwe dixwast lewma zêdetirîn kuştî û şehîd û kavilbûn û derbiderî bûn para kurdan. Sipah û arteş daketin kurdistanê û Xumeynî ji wan ra got heya kurdek bimîne, nabe hûn potîn (pêlavên leşkirî)ên xwe derbixin û ewan jî wusa kir û kurdên belengaz bi henceta kurdbûn û sûnebûn hatin qetlî’am kirin.

Ew şer nêzî 17 salan domand. Kurdên Rojhilatê ku xwedî du rêberên navdar bi wekî dr. Ebdulrehman Qasimlû û dr. Sadiq Şerefkendî bûn, li du welatên Nemsa û Almaniya de ji aliyê Îranê ve hatin teror kirin. Ji bilî vana jî, gelek kes û kadro û pêşmergyên kurdistana Rojhilatê li kurdistana Başûr de hatin şehîdkrin û bizava kurdên rojhilatê bê rêberiyek biheêz ma û bi pilaneke nekurdane daket kurdistana Başûr û heya niha jî nekariye xwe ji wan qeyd û bendên wê pilan û biryarê rizgar bike.

Komara Îslamî ya Îranê bi aqiltirîn dûjminê kurdan e. Çima? Ezê bihewilînim li gor xwe di vê nivîsê de bersiva vê pirsê bidim.

Yek: Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji her dujminekî kurdan di welatên din de, pêgeh û bingeh hene. Ew yek jî bi rêya gurûpên terorîstî ku me berê basa wan kir, didome. Ne Tirkiye û ne jî Îraqa Sedam û ne jî Sûriya heya niha jî nekarîne wê yekê bikin. ji aliyek din ve Îraq û Sûriyeya niha, bi xwe jî beşek in ji hêza Îranî û bi pêtext û welatê Îranê tên hesibandin û desthilata yekem li wan welatan de Îran e û li Îraqê de, karbidestên îranî bê paseport û îznxwestinê, hatin û çûyînê dikin.

Du: Rejîma Îslamî ya Îranê di siyasete xwe da çendalî kar dike û tenê xwe bi yak alî ve girê nedaye û di vî warî de kesên pispor û ravêjkarên bihêz hene. Bo mînak, Îran ji çend aliyan ve givaş ji bo Amerîkayê aniye. Wekî alîkariya mafyayên madeyên hişber li sinûrên Mekzîkoyê, bandên qaçaxa mirovan,  afirandina gef û metirsiyên ser binkeyên leşkirî yên Amerîkayê li welatan û ew givaşên ku li Se’ûdiye û Beyrûtê de jêre aniye. Li aliyek din li warê abûrî û guhertina nirxa petrolê de jî arîşan çê dike. ji bo kurdan jî her wusa dike, hem li navaxwe ya welat de, hêzên kurdî yên reformîst çê dike, hem jî diyardeya caşatiyê xurt û bihêz dike, hem jî ji aliyê hêzên parçeyên din yên kurdistanê ve pirsgirêkan jêre diafirîne.

Sê: Îran çavkaniyeke mezin e ji bo welatên rojava û bazarek baş e ji bo kel û pelên wanê herweha kiryarek mezin e ji bo kirrîna çekan.

Çar: Îran û rejîma serdest ya wê, di nav çend hêzên kurdî yên parçeyên din ên kurdistanê de cî û pêgehek taybetî heye û hêza xwe nîşan daye. Di nava PKK û YNK‘ê û PDK (Qiyada demkî ya berê) de xwedî bandor e . Ne Tirkiye û ne jî Îraq û ne jî Sûriya tu demekê neşiyane bi tewahî vê yekê bi cî bînin. Herçend partiyên kurdistana Rojhelat bi Rejîma Sedam re têkilî hebûn, lê tu caran nekarî wan bi dijî kurdan bi kar bînin û li kîmyabarana Helebçeya şehîd de, Dr. Qasmilû yekem kes bû ku ew cinayet mehkûm kir. Tirkiya jî çi caran nexwastiye û nekariye bi başî wê yekê bike. Herçend têkiliya wan bi Barzanî ra heye, bes çi nîşan û belge li ser hindê nînin ku karibît bi dijî kurdan bi kar bîne. Rewşa Sûriya jî ku ne hewceyî gotinê ye. Lê Îranê karî vê pilan û siyasetê bi başî pêş de bixe, pitir ji 200 kadro û pêşmergeyên partiyên Rojhelatê tenê li devera kesk a Yekîetiya Nîştmanî a Kurdistanê de hatine şehîdkrin û niha jî belgeh li ser hebûna binke û meqerên Îranî li başûr de bi piranî hene.

PKK bi eşkere li bakûr û Tirkiya de şerê niyabetî ji Îranê re dike, hem jî bi hemû hêzên kurdî re şer kiriye û niha jî li rojava siyaseta wan nizîkî Rûsiya û rejîma Esed e ku ew jî tê  wataya arîkariya Îranê.

Hêz û partiyên kurdî bi du şêweyan alîkariya rejîma Îranî kirine û diken:

Yek: Rasterast

Du: Nerasterast, ku eva cihê şirove û sekinînê ye.

Kurdistan pênc perçe ye ku perça Ermenistanê kes niha basa wê nake û her dibêjn çar û ew çar di navbera Îran, Tirkiya, Îraq û Sûriya de pişk bûye û dîroka wê xuya ye.

Em bixwazin an nexwazin jî, niha pirsgirêkên her parçeyekê bi parçeyên din re cûda ne û siyaseta wan welatan jî cuda ye û metodên berbirûbûna wan welatan bi hevre jî cuda ye. Ya ku xuya ye li Îranê de çi hêvî bi demokrasiyê nînin û tenê rêka xebat û şer li pêşiya kurdan de maye, lê li başûr de rewş cuda ye û desthilatek dîfakto yan nîve dewletek kurdî heye, li rojava jî ku em dibînîn çawa ye û li Tirkiyê jî kurd dikaribin partiyan pêk bînin û dikarin dîplomasyetê bi kar bînin ku niha bi dîktatoryeta Edroxan re, ew jî ber bi bêhêvîbûnê ve diçe.

Mebest ew e ku kurd niha nikarin li hizra xebatekî çar perçeyî û giştgîr de bin, lewma her kes gerek li perçeya xwe de xebatê bike, lê gerek alîkarîya hevdu biken û eger wê yekê jî nekin, bila li piştre ji hevdu nexin ku mixabin dixin û eva jî bi her awayekê bihê kirin, xizmeta nerasterast bi dûjmin û dagîrkaran e.

Pêşgirtin bi çûyîna pêşmergeyên partiyên rojhelatê ji aliyê YNK’ê, yan jî şerê Kêleşînê di navbera PKK û PDKÎ de, yek ji wan xizmetan e ku bi her awa û sedemekî be, xizmetek mezin e bi rejîma dagîrkar û hov a Îranê.

Dîroka kurd û niha jî ku li pêşerojê de dibe bi dîrok, tejî ye ji xizmetkirina rasterast an naresterast ya kurdan bi dagîrkeran. Dijberiyên niha li herêma kurdistanê, çêkirna partyan ji bo parçeyên din yên kurdistanê ji aliyê PKK û PDK a Barzanî ve li Rojhelat û Rojava de, nimûneyên vê yekê ne, û ne tenê xizmetkirin nîne, belkî xizmetkirn e bi şerê birakujî û xizmet e bi dagîrkariyê ku şerê Amûda û Rojava û aloziyên navbera partiyên ser bi PDK û PKK ve li rojavaya kurdistanê de belgeya vê gotinê ne. Ji aliyeke din ve, çêkirina PJAK û KODAR li Rojhelatê de ji aliyê PKK’ê ve, ku bi dijî hemû hêzên din kar dikin û ew çi bêjin, wan gotinek din heye.

Gotin ew e ku destê Îranê di pişt wan hemû bûyeran de heye û aşkere ye û ji bo çêkirina wan şer û nakokiyan, çek û peran dide wan aliyan û ji bo çêbûna wî xweş dike, çûn li dûmahiya vê romanê de, mifah ji wan ra ye ne ji kurdan re.

Komara Îslamiya Îranê 37 sal in didome, hejarî, bêkarî, îdam û madeyên hişber û destbiser kirina xortan û keçan bi xasmanî li kurdistana Rojhelatê de roj bi rojê zêdetir dibe, kuştina kolberan, girtina wan û zewtkirina mal û heyîna welatiyan hemû rojan di nûçeyan de heye.

Şer û kuştina bikom ya Qarnê û Qelatan, Serçinar, Îndirqaş, Nexede, şerê Sine û Pawe yek ji sedan cinayetên bikom yên kurdan in ku rejîma Xumênî li kurdistanê encam daye, nêzî 8 hezar şehîdîn rojhelatê ji bilî brîndar û kêmendaman li şerê navbera kurdan û rejîma Îranê de hene.

Niha jî bi sedan xort û keç ên kurdan di hepss û girtîgehên wê rejîmê de ne, girtiyên wekî Mihemed Nezerî ku pitr ji 20 salan e di girtîgehê de ye, an keçên wekî Hacer Pîrî serê heşt/8 salan e ku li girtîgehê de ye û heya niha jî îzna serdana malbata xwe nebûye, an Zeyneb Celaliyan ku hêdî hêdî çavên xwe li girtîgehê da li dest dide.

Di dema girtin û îşkencekirna kurdan de jî, lêdan, bêserkirin û dest dirêjiya seksî jî heye. Efsane Bayezîdî ku di behara borî de hat girtin, dibêje 3 caran tişt li ser cesteyê min şevitandin û ez bêhiş bûm û dizanim ku destdirîjya cinsî li ser min kirine. Di behar û havîna borî de, zêdetir ji 250 xort û keçên kurd, hatine dest bi ser kirin û zêdetir ji 30 kolberên kurd hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve nexweşiyên mînaa Îdz roj bi rojê li kurdistana rojhilat û Îranê de zêde debe. Li gor amaran her roj 8 kes li Îranê de bi vê yekê re dimrin, ku pişka zêde yên madeyên hişber, ji aliyê sipaha Pastaran ya rejîmê ve tê belavkirin.

Xwendin bi zimanê kurdî heya niha jî nemumkin e. Herçend hinek kurdên xwefiroş bi navê reformîst bangeşeya vê yekê dikin ku mafê zimanê kurdî heye û kovar û belavokên kurdî hene, lê ew yek hemî bi pereyê kurdan hatiye kirin û givaşa rejîmê li ser wan heye û hin ji wan jî bi mifah û zimanê rjîmê dinivîsînin.

Komara Îslamî ya Îranê bi van hemû zorî, îşkence, kuştin û tevlîhevbûn û dujminatiya ku bi kurdan ra kiriye, heya niha jî bi rêya çekan û pere, bi gelek hêzên kurdî ra hevkar e û li hindek ciyan de jî xwe wekî hevalê bargirane kurdan dide nasandin. Lê Komara Îslamî ya Îranê, dujminê sereke yê hemû kurdan e û zanatirîn dujminê kurdan e, û tenê kurdan ji bo qazanc û temendirêjiya xwe bi kar tîne.

Comments

comments

Bersiv bd: