Umîd Demîrhan
Hisên Belede
Pêşek
Îro zaravayê kelhurî li herêmên Kirmaşan, Îlam, û Xaneqînê tê axaftin û gelheya axivgeran digihêje 2 milyonan; lê mixabin hetanî niha ji aliyê kurmancan ve xebatên kûr li ser rêziman, çand û kelepora kelhuran nehatiye kirin. Em ê bi riya rêzegotarekê vê zaravayê û axivgerên wê bidin naskirin. Heta ji destê me bê em ê bi nimûneyan rêziman, çand û kelepora kelhuriyan raxine ber nîqaşan; zengîniya zimanê kurdî ya di zaravayan de heyî derxin holê.
- Dengnasî
Alfabe:
Kelhur -çi bi alfabeya aramî be çi bi alfabeya latînî be- alfabeya kurdî ya standard bi kar tînin. Ligel 31 tîpên alfabeya latînî, du pevdengên wan jî hene: wî û ng.
Di zaravayê kelhurî de dengê /u/yê jî gelekî kêm e û ev her du deng an wekî /û/yê an wekî /i/yê û an jî wekî /wi/yê tên bilêvkirin. Carinan li şûna dengê /u/yê /wi/yê dinivîsin û ev ne pevdengek e. Piraniya kelhuran dibêje // kwir (kur), gwirg (gurg/gur), kwird (kurd) // û her wisa jî dinivîse. Li gorî deveran ev rewş diguhere; lêbelê bi alfabeya aramî her du bilêvkirin jî bi heman şêweyê tên nivîsandin. Wekî mînak: Xuda / Xwida / خودا (Xweda), kur / kwir / کور (kur), gurg / gwirg / گورگ(gur) … Lê bi awayekî gelemperî peyvên Kurd û Kurdistanê wekî kurmancan dinivîsin.
Di zaravayê kelhurî de dengê /o/yê nîn e an jî gelekî kêm e. Lewre peyvên mînanî /kor/ û /zor/ wekî /kûr/ û /zûr/ tên bilêvkirin. Lêbelê wekî pêwistiyekê gava peyv biyanî bin an jî bi zaravayên kurdî yên din bin tîpa /o/yê tê bikaranîn. Lewre ji bo rewşên awarte tîpa /o/yê di alfabeyê de heye.
Her wiha pevdenga /wî/yê tenê di alfabeya standard de tê bikaranîn û ev pevdeng di axaftina rojane de dengê /ü/ya almanî dide. Wekî xwîn (xün), mwî (mü), dwî (dü) …Carinan jî pevdenga /wî/yê radikin û li şûna wê rasterast tîpa /ü/yê dinivîsin.
Pevdenga /ng/ tenê di alfabeya standard de tê bikaranîn û di axaftina rojane de dengê /nğ/ya tirkî dide. Wekî nimûne: manga (manğa), mang (manğ), reng (renğ), deng (denğ) …
Tîp: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z.
Tîpên dengdar: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, y, z.
Tîpên dengdêr: a, e, ê, i, î, o, u, û.
Pevdeng: wî û ng.
tîp (deng) | mînaka kelhurî | wateya kurmancî |
A a | Agir | agir |
B b | Bira | bira |
C c | Camek | awêne |
Ç ç | Çîlê | êzing |
D d | Der | derî |
E e | Ewr | ewr |
Ê ê | êware / êre / êllax | êvar / vir / sermiyan |
F f | Fere | zor, gelek |
G g | gizê, genim | gêzîk, genim |
H h | Hisare | stêrk |
I i | Irmês | rondik |
Î î | Îlam | Îlam |
J j | Jin | jin |
K k | Karger | karker |
L & LL / l & ll | lêw, mall | lêv, mal |
M m | Mamir | mirîşk |
N n | Nan | nan |
O o | Oremar | Oremar |
P p | Pa | pê |
Q q | qise kirdin, qwil | axaftin, ling |
R & RR / r & rr | mar, rrûj | mar, roj |
S s | Sêf | Sêv |
Ş ş | Şew | Şev |
T t | têj, tew | tûj, ta |
U u (WI wi) | Gurg/gwirg, tu/twi, qul/qwil | gur, tu, ling |
Û u | Rûj | roj |
V v | vînge, vê | ving (deng), bî (dar) |
W w | wa, waran, wefr | ba, baran, berf |
X x | Xwirma | xurme |
Y y | Yar, yek | yar, yek |
Z z | zerd, zwî | zer, zû |
WÎ wî | Xwîn | xwîn |
NG ng | Manga | çêlek |
2. Peyvnasî:
2.a. Navdêr
Di zaravayê kelhurî de wekî zaravayê soranî zayend (cinsiyet) nemaye.
2.a. 1. Navdêrên nas û nenas (merîfe û nekire)
navdêra nas kelhurî (yekjimar) | navdêra nas kurmancî (yekjimar) |
malêge kwiregeMin kwirege dîm.
Kwirege nîştêye bawgege kar ked. Minalege hatiye. Jinege hatiye. |
mal kurikMin kurik dît.
Kurik rûniştiye, bav dixebite. Zarok hatiye. Jin hatiye. |
navdêra nenas kelhurî (yekjimar) | navdêra nenas kurmancî (yekjimar) |
malêg kwirêgMin kwirêg dîm.
Jinêg hatiye. |
malek kurikekMin kurikek dît.
Jinek hatiye. |
2.a. 2. Navdêrên yekjimar û pirjimar (mufred û cem)
navdêra kelhurî pirjimar (nas) | navdêra kurmancî pirjimar (nas) |
kuregan – kureylMinalegan pencerege şikanine.Minaleyl hatine.
Minalegan hatnine, min ewan nasim. Jineyl / jinegan dilingegan şûrdine. |
zarokanZarokan pencere şkandiye.Zarok hatine.
Zarok hatine, ez wan nas dikim. Jinan kinc şûştine. |
navdêra kelhurî pirjimar (nenas) | navdêra kurmancî pirjimar (nenas) |
MinaleylêgMinaleylêg hatnine.Minaleylêg hatnine, welê min ewan nyenasim.
Jineylêg diling şûrin û min nyenasiman. |
zarokinZarokin hatine.Zarokin hatine, lê ez wan nas nakim.
Jinin kincan dişon û ez wan nas nakim. |
Ravek (Izafe)
Di kelhuriyê de gava peyv bi tîpeke dengdar biqede -ji ber ku zayend nîn e- her tim bi tîpa /-i/yê tê girêdan. Wekî nimûne:
raveka kelhurî | raveka kurmancî |
malli min malli dür | mala minmala dûr |
Gava peyv bi tîpeke dengdêr biqede jî rewş wiha ye:
a – y
biray min | birayê min |
e – y
êwarey min | êvara min |
î -yi
çîlîyi min | êzingê min |
û -wi
xallûwi min | xalê min |
ü -wi
müwi min | porê min |
raveka zincîrîn
desi çepim abadî ewsaynegeyandüeti rengîni ciwan | destê min ê çepê gundê wan ê berêkeça bedew a ciwan |
ravek bi peyvên pirjimar
düeteyli îmeçeweyli syeçeweyli sye û gewra
minalleyli îme çine medrese. |
keçên meçavên reşçavên reş û mezin
Zarokên me diçin dibistanê. |
ravek bi peyvên nenas (yekjimar)
kwiri xasi ciwanêgdüeti ciwani xwênewarêg | kurekî baş î ciwankeçeke ciwan a xwenda |
ravek bi peyvên nenas (pirjimar)
ayemeyli nenasêgminalleyli qeşmerêg şîşey îme şikanine. | mirovine nenasZarokine qeşmer cama me şikandine. |
2.b. Cînavk (Zemîr)
Di kelhuriyê tenê cureyekî cînavkan heye.
yekjimar
mi / min, ti / tu, ewMin hatim, tu çîd û ew xeft | ez, tu, ewEz hatim, tu çûyî û ew razan. |
pirjimar
îme, êwe, ewanÎme wirsiyîmin, êwe tyeniyîn û ewanîş têrin. | em, hûn, ewEm birçî ne, hûn tî ne û ew jî têr in. |
cînavka vegerok /xwe/ (yekjimar)
xwemxwedxwey | ez bi xwetu bi xweew bi xwe |
cînavka vegerok /xwe/ (pirjimar)
xwemanxwedanxweyan | em bi xwehûn bi xweew bi xwe |
Rengdêr (Sifet)
kewşi syeciwaneyli xasi netirs | sola reşciwanên baş ên xurt |
2.c. Daçek (Edat)
Di kelhuriyê de daçekên sereke /le/ û /we/ ne, her wiha ev daçek peyva li pey xwe natewînin jî. Paşdaçeka /re/yê wekî /a/yeke li dawiya peyvê tê bikaranîn:
Min le Kirmaşana hatim iray êre. We gerd ewa çêm.We gerd Hisêna çêm.
We gerd Hisêna çêm. |
Ez ji Kirmaşanê hatim vir. Li gel wî çûm.Li gel Husênî çûm.
Bi Husên re çûm. |
Le mall aw nemaye(nemenêye). Tu le kû hatî?Biye we min!
Le away kesêg nemaye(nemeniye). Min le Kirmaşana hatim iray êre. |
Li malê av nemaye.Tu ji ku hatî?Bi min bide!
Di gund de kesek nemaye. Ez ji Kirmaşanê hatim vir. |
Daçekên hevedudanî yên /li ser/, /li ber/ û /li bin/ wekî /le ban/, /le wer/ û /le jêr/ tên bikaranîn. Wekî nimûne:
Pişîyege ha le bani daregeMaşînege ha le weri mallegeSêfege ha le jêri darege | Pisîk li ser darê ye.Siware (erebe) li ber malê ye.Sêv li bin darê ye. |
2.d. Baneşan (Nida):
Ji ber ku di kelhuriyê de zayend nemaye ji bo peyva nêrza û mêza heman baneşan tê bikaranîn. Wekî nimûne:
JinegepiyageŞêtege
syege wirsê/ wirsêyege |
Jinêmêrodîno / dînê
reşo / reşê birçiyo / birçiyê |
Ji bilî vê bikaranîneke din jî heye ku li peyva resen /hay/ tê zêdekirin. Wekî nimûne:
Hay wirsê! | Lo / lê birçiyo / birçiyê! |
Di rewşa pirjimariyê de digel /hay/ qertafa pirjimariyê ya /yl/ jî lê tê zêdekirin. Wekî nimûne:
Hay syayl!Hay wirsyeyl!Hay düeteyl! | Lo reşikno!Lo birçîno!Lo keçikno! |
2.d. Lêker (Fiil)
2.d. 1. Dema borî
Min çêm.Tu çîd.Ew çê.
Îme çîmin. êwe çîn. Ewan çên. |
Ez çûm.Tu çûyî.Ew çû.
Em çûn. Hûn çûn. Ew çûn. |
Min neçêm.Tu neçîd.Ew neçê.
Îme neçîmin. êwe neçîn. Ewan neçên. |
Ez neçûm.Tu neçûyî.Ew neçû.
Em neçûn. Hûn neçûn. Ew neçûn. |
Min xwardim.Tu xwardî.Ew xward.
Îme xwardîmin. / Îme xwardîm. êwe xwardîn. Ewan xwardin. |
Min xwar.Te xwar.Wî / Wê xwar.
Me xwar. We xwar. Wan xwar. |
Min nexwardim.Tu nexwardî.Ew nexward.
Îme nexwardîm. / Nexwardîmin. Êwe nexwardîn. Ewan nexwardin. |
Min nexwar / nexwarin.Te nexwar / nexwarin.Wî nexwar / nexwarin. / Wê nexwar / nexwarin.
Me nexwar / nexwarin. We nexwar / nexwarin. Wan nexwar / nexwarin. |
Ji ber ku ergatîvî di kelhuriyê de nemaye kirde, bireser û lêker wekî dema borî tên bikaranîn.
Wekî nimûne:
Min sêfege xwardim Min sêfêg xwardim. | Min sêv xwar.Min sêvek xwar. |
Min qeyrêg sêf xwardim.Min sêfegan xwardim. | Min (hin sêv) sêvin xwarin.Min sêv xwarin. |
2.d. 2. Dema Niha:
Min çime şar.Tu çîde şar.Ew çûde şar.
Îme çîmine şar. Êwe çîne şar. Ewan çine şar. |
Ez diçim bajêr.Tu diçî bajêr.Ew diçe bajêr.
Em diçin bajêr. Hûn diçin bajêr. Ew diçin bajêr. |
Min nyeçime şar.Tu nyeçîde şar.Ew nyeçûde şar.
Îme nyeçîmine şar. Êwe nyeçîne şar. Ewan nyeçine şar. |
Ez naçim bajêr.Tu naçî bajêr.Ew naçe bajêr.
Em naçin bajêr. Hûn naçin bajêr. Ew naçin bajêr. |
Min xwardemenî xwem.Tu xwardemenî xweyd.Ew xwardemenî xwed.
Îme xwardemenî xweym / xweymin. Êwe xwardemenî xweyn. Ewan xwardemenî xwen.
|
Ez xwarinê dixwim.Tu xwarinê dixwî.Ew xwarinê dixwin.
Em xwarinê dixwin. Hûn xwarinê dixwin. Ew xwarinê dixwin.
|
(Min) Xwardemenî nyexwem.(Tu) Xwardemenî nyexwey.(Ew) Xwardemenî nyexwed.
(Îme) Xwardemenî nyexweym. / (Îme) Xwardemenî nyexweymin. (Êwe) Xwardemenî nyexweyn. (Ewan) Xwardemenî nyexwen. |
Ez xwarinê naxwim.Tu xwarinê naxwî.Ew xwarinê naxwe.
Em xwarinê naxwin.
Hûn xwarinê naxwin. Ew xwarinê naxwin. |
2.d. 3. Dema Bê:
Di kelhuriyê de dema bê nemaye û li şûna wê dema niha tê bikaranîn. Wekî nimûne:
Min çim ira Kirmaşan. | Ez ê biçim Kirmaşanê. |
2.d. 4. Raweya Fermanî
Kelhurî | Kurmancî | |||
yekjimar | pirjimar | Yekjimar | pirjimar | |
Bixwe!Bike! | Bixwen!Biken! | Bixwe!Bike! | Bixwin!Bikin! | |
Hejmar û hesab
kurmancî | Kelhurî |
yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh deh, yanzde, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, heyjde, nozde, bîst, bîst û yeksî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, nod û neh
sed, desed, sêsed, çarsed, pêncsed, şeşsed, hefsed, heştsed, nehsed hezar, milyon, milyar …
nîv çarêk yek û nîv sisê û çarêkek |
yek, du, sê, çwar, penc, şeş, heft, heyşt, nû, da, yanze, diwanze, sênze, çwarde, panze, şanze, hevde, heyjde, nûzde, bîs, bîsi kek/bîs û yek, sî, çil, pencya, şes, hefta, heyşta, newed, newed û nûsed, diwês, sêsed, çwarsed, pansed, şesed, hefsed, heysed, nûsedhezar, milwên, milyard …
nîm çarek yek û nîm/ yeki nîm sê û çarekêg |
Dem û danên rojê
kurmancî | Kelhurî |
sibehnîvropiştî nîvro
êvar şev roj hefte meh demsal sal sedsal |
şewekînîmerûdwîa nîmerû
êware şew rûj hefte mang werz sall sedsall |
Alî û bergeh
kurmancî | Kelhurî |
rojhilat – rojavabakûr – başûrçep – rast
pêş – paş ser – bin hevraz – berjêr
jêr – jor dûr – nêzik hundir – derve der û dor |
rûjhellat – rûjawabakûr – başûrçep – ras
diwa – niwa ban – xwar werewjwîerî/serewbanî–serewxwarî/ werewxwarî jêr – jwîer dwîr – nizîk naw – deyşt(der) dewr û wer/ dewr û pişt |
Malbat
kurmancî | Kelhurî |
dêbavkur
keç xwişk bira kek et ap apan met xal xalan xaltî kurap – pismam dotmam kurmet dotmet kurxal dotxal kurxaltî dotxaltî nevî (kur) neve (keç) birazî (kur) biraza (keç) xwarza (kur) xwarzî (keç) kalik – bapîr pîrik – dapîr jinap – amojin jinxal – xalojin bûk zava xezûr xwesû xezûrgelan jinbira hevling hêwî jinbav zirbav destebirak cîran malbavan |
dalligbawgkwir
dwîet xweyşk bira kak tatî memû memiwan mîmig xallû xaliwan mîmig amûza amûza mîmiza mîmiza xallûza xallûza mîmiza mîmiza weçerza(kurrerza) weçerza(dwîeterza) birarza birarza xwarza xwarza bapîr dapîr memûjin xallûjin wewî zawa xeswîre xeswîre xeswîran birajin hawzawa hew bawejin bapiyarre dûsi gyanî(desebira) hawsa bawan |
Têgihên kubariyê
kurmancî | Kelhurî |
merhebadembaşrojbaş
beyanî baş sibeha te / we bi xêr be êvar baş êvara te / we bi xêr be şevbaş şeva te / we bi xêr be şeva te / we bimîne xweş di nava xêr û xweşiyê de bimînî silav û rêz sipas sipasxweş noşîcan noşî canê te / we be şifaya xêrê be te / we pîroz dikim cejna te / we pîroz be li ser çavan li ser seran destê te neêşe çavên te neêşin Xwedê ji te razî be Xwedê qebûl bike Xwedê îmanê bide te / we Xwedê xêra we qebûl bike malî ava ji te /we re quwet be bi xêr be bi xêr û xweşî biqetînî (li xwe bikî): silavan jê re / ji wan re bibêje / bibêjin bextewar bî jiya (temenê) te / we dirêj be bi nasîna te kêfxweş bûm:
bi ser çavan re hatî / hatine bi xêr hatî / hatine fermo (kerem ke) |
sillam ê wextide we xêrrûj we xêr
şewekî we xêr şewekîyid / şewekîyidan we xêr êware we xêr êwared / êwaredan we xêr şew we xêr şewid / şewidan we xêr şewid xweş bû le naw xêr û xweşî bimînî sillam û hurmet sipas xahiş kem nûşi gyan nûşi gyanid / gyanidan bû Xwida şefad byêd pîrûzbayî le lîd kem cejnid / cejnidan mibarik / bimarik bû we bani çew we bani ser desid xweş bû çewid xweş bû Xwida le lîd razî bû Xwida qebûllê bkeêd Xwida îman byêde pîd / pîdan Xwida kari xêridan qebûll bkeêd mall awa myenê neuîd / manê we xêr we xêr û xweşî bikeydeê wer sillam biresine / biresinine pê / pêan xweşbext buîd imir dirîj buîd xweşall buîm le nasînid/le nasînid xweşall buîm we xêr bay we xêr hatîde biferma |
WANE 1
A Merheba!
A Sillam!
B Merheba!
B Sillam
A Navê min Azad e, lê navê te çi ye?
A Nawi min Azad e, nawi tu çes?
B Navê min jî Hişyar e. Tu çend salî yî Azad?
B Nawi min îş Hişyar e. Tu çen salliede Azad?
A Ez bîst û yek salî me, lê tu?
A Min bîs û yey salli me, tu çe?
B Ez jî hejde salî me. Tu ji ku yî Azad?
B Min îş heyjde sali me. Tu kûreyîd Azad?
A Ez ji Bazîdê me; lê tu?
A Min Bazîdî yim; tu çe?
B Ez jî ji Kirmaşanê me. Bazîd li ku derê ye hevalê Azad?
B Min îş Kirmaşanî yim. Bazîd ha le kûre Azad? (hawrê Azad)
A Li bakurê Kurdistanê ye, li ber Çiyayê Agiriyê ye. Zanayekî me yî gelekî navdar heye: Mele Mehmûdê Bazîdî.
A Ha le bakûri Kurdistan, ha (le)weri kwîey Agirî. Zanay fire nawdarêg dîrîmin: Mela Mehmûdi Bazîdî.
B Qe berhemên wî hene gelo?
B Aya esereyli ew êrnge hesan?
A Belê; Çil Hikyat, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye û Mem û Zîna pexşankî. Ez tenê van berheman dizanim. Zêdetir hebin jî min nedîtine.
A Belê; Çil Hikayet, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye û Mem û Zîn we pexşan. Min tenya ê esereyle nasim, firetir îş bûn min neyme.
B Gelekî balkêş e. Kîjan serdemê jiyaye?
B Fire callib e. Le kam serdem jiyas?
A Sedsala 18 û 19an.
A Sedeyli 18 û 19
B Ez bi nasîna te gelekî kêfxweş bûm.
B We nasînid fire xweşall bwîm
A Ez jî bi nasîna kurdekî rojhilatî gelekî kêfxweş bûm. Ez dawiyên hefteyan têm serdana Enstîtuya Kurdî, heke dema te hebe fermo were wê derê. Hevalên bakurî dê bi nasîna te kêfxweş bibin. Va ye ev jî karta Enstîtuyê ye. Hemû agehiyên pêwendiyê tê de hene.
A Min îş le nasîni kurdêgi rojhellat fire xweşall buîm. Min axiri hefteyl tyeme serdani Enistîtuwi Kurdî, eger wext daştî biferma bew ira ewre. Hawrêyeyli bakûrî xweşall bûn le nasînid. Iyeyşeme karti Enistîtu we. Giştê agahiyeyli peywendî le nawê hen.
B Sipas. Ez ê teqez werim.
B Sipas. Hetmen tyem
A Sipasxweş, dawiya hefteyê ez ê li benda te bim.
A Xahiş kem, axiri hefte çewerrêdim
B Baş e, vê gavê bi xatirê te!
B Ta ew wexte binîşe xweş!
A Oxir be! Li ser çavan!
A We xêr biçî! Bani çew
WANE 2
A Elo, gelo ew mala Apê Rizgarî ye?
A Elew, uaya ewe malli memûwi Rizgar e?
B Belê, tu kî yî? Min tu nas nekirî!
B Bellê, tu kî yîd? Min tu nenasîm!
A Jinapê, ez biraziyê Apê Rizgarî me, Diyarê kurê Berzoyî.
A Memûjin, min biray memûwi Rizgar im, Diyari kwiri Berzû.
B Ez Rewşena dotmama te me. Mixabin bavê min ne li malê ye; bisekine, ez telefonê bidim diya xwe.
B Min Rewşeni amûzad im. We daxewe bawge le mall nye; bûsye, tilifonege beme dalligim.
A Baş e dotmam, sipas!
A Başe amûza, desxweş
B Sipasxweş, silava min ji diya xwe û xwîşka xwe ya Nazê re bibêje
B Xahiş kem, sillamim birresine dalligid û xweyşke Naz.
A Li ser çavan!
A We ban çew!
B (Telefonê datîne ser maseyê û gazî diya xwe dike) Dayê kurapê min ê Diyar li ser xetê ye, pirsa bavê min dike!
B (Tilifonege nede ban mêzege û dalligi xwey çirrêd) Dallge amûzam Diyar ha pişti xet, hiwalli bawgim pirsê
C Fermo Diyarcan, çawa yî û malbat çawa ye?
C Biferma Diyar gyan, çwîn î û binemalle çwîn in?
A Baş im jinapê, sipas. Tu çawa yî?
A Xas im memûjin, sipas. Tu çwîn î?
C Sax bî Diyarcan, em jî baş in. Te xêr e?
C Sillamet bay Diyar gyan, îme yş xas îm. Xeyr e?
A Jinapê xwazgîniyên eta min a Nazê hatine. Bavê min dibêje bila kerem ke hetanî malê were!
A Memûjin hatinese xwazmenîyi tatî Naz im. Bawgim iwîşêd eger we zametid nyewd bew ta malliman!
C Bila xêr be! Gava êvarê hate malê ez ê jê re bibêjim, bila êvarê were mala we. Diyarcan, min mereq kir; xwazgînî kî ne, ji çi kesî ne?
C Xêr bûd! Wextêg êware hat ira mall iwîşime pê, tager êware bad ira mallidan, Diyar gyan kwinckawew bwîm, çi keseylêg hatinese xwazmenî, kûreyin?
A Diya min dibêje xalanên min in, lê ez wan baş nas nakim!
A Dalligim iwîşê le xalliwanim in, emanêg xas nyenasiman.
C Ez vir de wê de nizanim, gunehê min stuyê malxweyên malê be ku wê ciwanikê neşewitînin. Baş bipirsin bê ka kî ye, exlaqê wî çawa ye? Heyfa Nazê ye!
C Min serim nyewd, gwinam we mili gewray mallidan bû, ki ê ciwane nesizinîn. Xas bipirsin bizanin kî ye, exlaqê çwîn e? Naz heyf e.
A Baş e, ez ê vê yekê ji dê û bavê xwe re bibêjim.
A Baş e, iye we dallig û bawgim iwîşim.
C Kîjan xêr be bila Xwedê wê bîna pêşiya Nazê.
C Her çê xeyr bû Xwida ewe barêdew rê Naz.
A Gelek sipas amojinê, bi xatirê te!
A Fere sipas memûjin, binîşe xweş.
C Bi ser çavan, silavên min ji malbatê re bibêje!
C We bani çew, le binemalle sillam biresin.
A Li ser çavan!
A We bani çew!
Çavkanî: kovara zend, enstîtuya kurdî stenbol