Wezîrê berevaniya Amerîkayê geheşte paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û ji aliyê serokê herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên bilind ên hikûmetê ve hate pêşwazî kirin.
Heman demê de di civîna li gel serokê Herêma Kurdistane Mesûd Barzanî de, wezîrê berevaniya Amerîkayê Ashton Carter madalyaya zîrekbûnê ji çar Pêşmergeyan re bexş kir.
ew Pêşmergeyên ku madalyaya zîrekbûnê ji wan re hatiye dayîn ev in: Muqedem Bazîd Mihemed Bazîd şarezayê çekên mîlane, Raîd Mistefa Hecer Mistefa fermandarê fewca komandoya zîrevaniyê efserê 1ê ye, Bêstûn Ebubekir Ezîz fermandarê komando û yekeya 70 ye, Kosar Salih Mihemed yekeya endazyarê Pêşmerge sîryeya Germiyanê.