Li Stenbolê teqîn piştî teqînê; Herî kêm 20 birîndar

0
652

Li bajarê Stenbolê yê Tikriyê du teqîne çêbûn.

Li gorî agahiyên destpêkê, îşev li navçeya Beşiktaş a Stenbolê û li nêzîkî Stadyuma Futbolê ya Vodafonê 2 teqîn pêk hatin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu têkildarî teqînê di yekemîn daxuyaniya fermî de ragihand, ku di encama teqînan de 20 kes birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên, teqînan hêzên bergiriyên şaristanî kirine armanc. Herwiha teqîn bi rêya otomobîla bombekirî hatiye encamdan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê tekez kir, ku hêj ti agahiyan wan nînin, ku kesek di teqînê de hatiye kuştin yan na.

Suleyman Soylu herwiha diyar kir, ku hemû kesên birîndar polîsin.

Piştî teqînê hejmareke zêde ya hêzên polîs û tîmên hawarhatinê û otomobîlên agirvemirandinê ber bi cihê teqînê ve çûne.

Saziya Radyo û Teelvizyona Tirkiyê (RTUK) têkildarî teqîna Stenbolê biryarek da.

RTUKê ragihand, ku Serokwezîriya Tirkiyê derbarê teqîna Stenbolê de biryara qedexekirina weşanê daye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.