Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hate birîndarkirin

0
822

Êvara roja 09.12.2016ê kolberek din yê kurd di sînorê Banê de bû hedefa fîşekên hêzên ewlehî yên Îranê û bi vê awayî di heyama hefteyekê de 9 kes qurbanî bûne.

Li gor raporta mafê mirovan(MIROVAYETI) çend roj berî niha bi fîşeka rasterast ya hêzên ewlehî yên Îranê kolbereke kurd di navçeya Sertezîn ser bi bajarê Banê birîndar bû.

Jêder nasnama wî kesê diyar kir û got ku Reza Reinayî temen 35 salî kete kemîna hêzên ewlehî de.

Reza Reinayî niha ji di nexwaşxana Banê de ye.

Li gor malpera Hengaw di heyama hefteya borî de sê kolberê kurd bi fîşekên rasterast yên hêzê Îranê hatine kuştin û şeş kes jî birîndar bûne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.