Ji hunermendên Rojhilatê Kurdistanê Albumek bi navê “Kobanî”

0
818

Rojikurd:Di çerçeveya “Projeya Niştiman a 2” de, albumek bi navê ‘Kobanî’ hate derxistin.

Defjen û hunermendê Kurd, Hejar Zehawî serkêşiya wê projeyê dike.

Kobanî, sembolek bû ji sermbolên berxwedana gelê Kurd li dijî dagîrkeran. Ew bajar, di encama êrişa DAIŞê û piştre jî şerê li dijî wê rêxistinê de wêran bû.

Xelkê Kobanî berî êrişa DAIŞê ya di sala 2014ê de, nizanibû koçberî û penaberî çî ye, lê di encama wê êrişê û berxwedana qehemanî ya gelê Kurd bo parastina axa xwe de, bi sedhezaran xelk koçber bûn, bûne penaber û civak perçe perçe bû.

Strana Kobanî, ji aliyê hunermenda Kurd a bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê Dunya Kemalî ve tê gotin. Dunya Kemalî stranbêjeke Kelhorî ye.

Helbesta wê stranê jî ji aliyê Seîd Îbadetiyan, ku ew jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye, hatiye nivîsandin.

Albuma Kobanî li Parîsê hatiye tomarkirin û Mîx masteringa wê jî li Îranê çêbûye.

 

Nishtiman Project

 

http://www.deezer.com/album/14325288

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.