i serjimêriya vê dawiyê ya Îranê de derket ku pîrtirîn jina Îranê (dibe ku pîrtirin jina cîhanê jî be) jineke kurd e.
Îranê vê dawiyê bi rêya înternetê nifûsa welat jimart û serjimêriya giştî hat kirin.
Di serjimêriyê de derket holê ku jineke kurd a Xorasanê temenê wê 123 sal in!
Navê wê pîrejina kurd, Xurdê xanim e û sala 1893 li gundekî Xorasanê ji dayîk bûye û ji eşîra Qeremanlû ye.
Tê gotin ku ew jina kurd pîrtirîn jin e li Îranê. Hinek jî dibêjin ew jina kurd pîrtirîn jina cîhanê ye.