Li bajarê Mûsilê, 32 welatiyên, bi hinceta ku casûsî kirine, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin kuştin.
Roji Kurd: Fermandarê polîsên federal ên Iraqê Siltan Hemûdat El Izî di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên DAIŞ’ê duh bi şev li rojhilatê Mûsilê li taxên Ezka, Mesarif, Zihûr û Camîe yên bajêr êrişî malên xelkê kirin û gelek kes girtin.
Siltan Hemudar El Izî derheqê bûyerê de got, agahî ji me re hat ku DAIŞ’î yan wê şevê 32 kes girtine û birine cihekî û hemû kuştine. Wî rayedarê polîsê Iraqê da zanîn ku ew sivîl bi hinceta casûsiyê hatine kuştin.
Fermandayê hêzên polîsên federal a Iraqê herwiha destnîşan kir ku çekdarên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola xwe de gefê li sivîlan dixwin da ku agahiyan nedin hêzên ewlehiyê.