Kosret Resûl: Em piştevaniya peyama Barzanî dikin

0
788

Roji kurd: Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî piştevaniya xwe bo peyama serokê herêma Kurdistanê ragehand.

Daxuyaniya Kosret Resûl Elî waha ye:

Peyamek ji Kosret Resûl Elî ve

“Di rewşa giran a herêma Kurdistanê ku rastî rewşekî dijwar a siyasî û aborî hatiye, herwaha rastî metirsiyên giran û cudabûnê li ser hene. Di wan şert û mercan de ku civaka gelê Kurdistanê pirsgirêkên jiyan û derbaskirinê roj bi roj nexwaş û girantir dibe de, partiyên siyasî nekarîne li ser parastina destkevtên gelê me û berjewendiyên wê yên bilind alîkarê yek bibin.

Destpêşxeriya serok Barzanî ji aliyê wan şert û mercan de û ji aliyê erkên mezin ên kurd û Kurdistanê de xwedî nirxekî mezine û deriyekî guncaw bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên herêma Kurdistanê vedike, ku eger bi hişyarî û bi dilsozî bê cîhbicîh kirin, dikare pêngavên pir baş bo çareser kirina aliyên aborî û jiyana xelkê gav bên avêtin. Ji bo vê:

1-Ez bi navê xwe û hevalên xwe ve piştevaniya vê pêngavê dikim û bi hemû hêza xwe ve emê hewl bidin ev gav bigehe armanca xwe.

2-Ez daxwaz ji hemû tekoşerên YNKê dikim ku bi hemû hêza xwe ve piştevaniya çareseriya siyasî û aborî li destpêşxeriya Barzanî bikin û bibin hêzekî hişyar û dilsoz bo xizmeta gel û niştiman.

3-Hêvîdarim hemû partî û alî bi giyana li xwe borîn û hest kirina berpirsyariya dîrokî ve alîkarî bikin, ku ev destpêşxeriye bê kirin û pêngavên kêrhatî ve derbasbûna gelê me û herêma Kurdistanê ya ji vê krîza metirs a hemû aliyê jiyana gelê me li xwe girtiye bê derbaskirin.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.