Asayîş har bû ye: Serkirdeyan davêje zindanê

0
744

Li bajarê Amûdê yê Kurdistana Rojava, komek siyasetmedarên kurd û rayedarên Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (Yekitî) ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin.

Televîzyona K24 ragihand, hêzên asayişa PYDê êrişî ofîsa PYKS ya li bajarê Amûdê kirin û Cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û endamên Pîlotburoya PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza girtin.

 

Li gorî nûçeya K24, duh dergehê ofîsa PYKSê ya Amûdê û radyoya Amûde F.M ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin. Îro dema çend endamên polîtburoya wê partiyê û xelkê sivîl çûn ofîsê, rastî êrişa hêzên asayişê hatin.

 

Hat gotin ku hêzên PYDê derdora 20 endam rayedarên PYKS yên di ofîsa wê partiyê de bûn, bo lêpirsînê birine navenda asayişê.Heta niha ofîsa PYKS ya li Amûdê ji aliyê asayişê ve dorpêçkirî ye.

 

Cîgirê Serokê PYKS Hesen Salih roja 15 Tîrmehê jî ligel hejmarek ji endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) hatibûn girtin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.