Îro 16 min salvegera koça Ehmed Kaya ye

0
1041

Rojikurd:Ahmed Kaya di sala 1956’an de li bakurê Kurdistanê li Malatya ji dayîk bûbû.

Ew bi muzîk û stranên xwe gelekî nêzîkî xelkê bû, xwediy stayleke sebest û protest bû.

Roja 10’ê sibatê 1999 Ahmet Kaya li Tirkiyê weke weke baştirîn hunermendê salê bûbû mêvanê galayeke rojnamevanan û wê xelata ‘Sekeftîtirîn hunermendê welêt’ werbigirta.

Di dema wergirtina xelatê de ew çû ser sehnê û got ku ew bi eslê xwe kurd e û ewê di albuma xwe ya bi dorê de stranekê bi kurdî bêje.

Beşekç mezin ji xelkê yên di salonê de êrîşî wî kirin û gotinê xerab jêre gotin, hinekan kêr û kevçî jî avêtine rûyê wî. di nava wan de hunermemdên Kurd jî hebûn,

Piştî çend rojan doz li dijî Ahmet Kaya hat vekirin û ji ber axaftinên wî 12 sal cezayê zîndanê jê re hat xwestin. Neçar ma dereve derve, li parîsê jiyana xwe ya mayî derbas kir, rojên wî yên dawiyê gelekî nexweş bûn.

Wî roja 16.11.2000 li Parîsê jiyana xwe ji dest da û niha gora wî li goristana navdara li Parîsê li Pêrlaşê ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.