TAK teqîna Amedê xiste stûyê xwe

0
1005

“Weke TAK, em çalakiya 4’ê Mijdara 2016’an a li Baglar a Amedê saet di 08:00 de hate lidarxistin, li xwe digirin.

Roja 4’ê Mijdarê, li dijî midûriyeta şaxê hêzên çewîk û polîsan a li Baglar a Amedê, hevalê me Kemal Hakkarî çalakiya canbexşane pêk anî.

Ev çalakî li dijî polîtîkayên komkujî, tinekirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û serkêşê wê çeteyên AKP/Qesrê li Kurdistanê dimeşînin, li dijî êrîş û zextên bêeman ên li Tirkyeyê li ser hêzên çep, demokratîk û sosyalîst tên kirin, hatiye lidarxistin.

Di encama vê çalakiya canbexşane ya şervanê me Kemal Hakkarî de bi dehan çeteyên AKP qesrê hatine kuştin. Dewleta Tirk û çapemeniya wê, encamên vê ji raya giştî vedişêre.

Di dema vê çalakiyê de, Hevserokê DBP’ê yê navçeya Çunguşê Recaî Altay, ku dîl di destê çeteyên polîsên faşîst de bû, jiyana xwe ji dest daye. Hevserokê DBP’ê yê Çunguşê Recaî Altay ê ne di hedefê de bû û me nekarîbû zanîbûya li wir e, jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku vê yekê em xemgîn in.

Weke TAK’ê em ê li her cihî li dijî dewleta Tirk a faşîst û qetlîamker û li dijî dûvikên wê bi rêbazên dewlemend ên çalakiyan her tim bersivê bidin.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.