HSD: Operasyona rizgarkirina Reqayê destpê kir

0
732

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê çapemeniyê ve operasyona bi navê Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê gundên wê ji rêxistina terorîst a DAIŞê raghandin.

Gor agahiyên bi dest ketine daxuyanî li derdora bajaroka Eyn Îsa ku dikeve bakûrê Reqayê, ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyên operasyona Xezeba Firatê Cîhan Ehmed ve bi zimanê erebî hat xwendin.

Daxuyaniya HSDê wiha ye:
“Ji bo gelê me yê bendewar û qehreman li bajarê Reşîd yê Reqayê. Em wekî fermandariya HSDê mizgîniya hemleya xwe ya leşkerî ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê û bejahiya wê ji hêzên terorê yên cîhanî ku DAIŞê nûnertiya wê dike û ji xwe re qaşo wekî payetexta dewleta bi nav dike, dest pê dikin. Hemle ji dîroka 05.11.2016 roja şemiyê di saetên şevê de destpê kir. Ji bo rêvebirina operasyona rizgarkirina Reqayê û kordînekirina di navbera hêzên ku wê beşdarî hemleyê dibin û kordînekirina eniyên şer, odeya çalakî bi navê Xezeba Firatê hat avakirin.

Bi vê boneyê em ji hêzên demorkratîk ên cîhanê, gelên herêmê, gelê me yê Sûriyê û taybet gelê me yê li Reqayê tekez dikin operasyona Xezeba Firatê wê bi israrkirin bimeşe da ku bighêje armanca xwe. Em ê paytexta terora cîhanî DAIŞ dorpêç bikin û birûxînin. Em ê di vî şerê ku ji bo me pir girînge bi serkeve, çawa ku em li Kobanê, Girê Spî, Hesekê, Hol, Şedadê û Minbicê bi serketin, em ê di vê hemelya xwe de biserkevin.

Wê Reqa bi saya şervan û hêzên xwe ku ji kurd, ereb û turkmen pêk tê, qehremanên di bin sîwana HSDê de, bi beşdarbûneke çalak ji YPG/YPJê û bi awayekî kordîneyî bi Koalîsyona Navnetewî, rizgar bibe.

Em bang li hêzên Navnetewî û herêmî yên ku ji terora DAIŞê zerar dîtine beşdarî vê operasyonê bibin da ku di rûmeta dawîkirina navenda terora cîhanî de bibin xwedî par. Beşdarbûn jî bi riya destekdayîna lojîstikî, menewî û siyasî ji hêzên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirinê bibin. Her wiha em ji saziyên mirovahî û alîkarî dixwazin erka xwe ya mirovahî derbarê gelê me yê li Reqayê ku wê ji terora DAIŞê rizgar bibe, pêk bîn in.

Di dawiyê de, em bang li gelê xwe yê qehreman dikin ku dûrî bargehên dijmin bikevin û ber bi herêmên ku wê bên rizgarkirin ve werin û tevlî hêzên me bibin. Ji ber ku bargehên dijmin wê bibin hedefa hêzên me û hêzên Koalîsyonê.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.