Hêzên Îranê teqe li 2 kolberên kurd kirin û ew her du kes kuştin.

0
760

Hêzên leşkerî yên Îranê li navçeya Serdeşt a Urmiyê, teqe li 2 kolberên kurd kirin û ew her du kes kuştin.

 

li Rojhilatê Kurdistanê duh sêşemî 1ê Mijdara 2016, hêzên Îranê li du deverên ser bi navçeya Serdeştê ya girêdayî parêzgeha Urmiyê gulle berdane 2 kolberên Kurd.

 

Li gorî çavkaniyên xweciyî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, hêzên Îranê li nêzîkî gundê Qele Reş ê Serdeştê teqe li wan her du kesan kirine û di encamê de her du kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Yek ji kolberan navê wî Osman Husêynî û xelkê gundê Meklawe ye û ewê din jî navê wî Osman Ezîzî û xelkê gundê Derman Ava yê Serdeştê ye.

 

Teqekirin li kolberên Kurd û kuştina wan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve di demekê d eye, ku heyamek berî niha Berdevkê Polîsê Îranê red kiribû, ku hêzên wan teqe li ti kolberekî Kurd kiribe.

 

Lê belê li gorî amarekê ku Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye, tenê di heyama meha bihorî de, 3 kolberên kurd, ku xelkên bajarên Banem Urmiye û Selasî Bawecanî bûne, bi destê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin û 2 kasibkarên xelkê Pîranşar û Paweyê jî birîndar bûne.

 

Herwiha di dema îsal de, herî kêm 31 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.