Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtiyên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin û li Serdeştê jî kolberek hat kuştin.
Li gor zanyariyên ROJIKURD re şeva borî sê welatiyên kurd li bajarê Urmiye yê rojhilatê kurdistanê hatin bidarvekirin.
Şeva borî sê girtiyên kurd bi navên Derwêş Munezemî, Şueyb Hatemî, Ferhad Ehmedî li girtîgeha urmiyê bi tometa bazirganîkirinê bi madeyên hişber hatine bidarvekirin.
Ji aliyê din ve li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek bi gulleya hêzên pasdarên Îranê hat kuştin.
Welatiyê kurd ê bi navê Osman Ezîzî li nêzîkî gundê Dermanava yê Serdeştê hatiye kuştin.