Pêşmergeyekî PDKÎ’yê jiyana xwe ji dest da

0
1151

Rojî kurd: PDKÎ’yê bi daxuyaniyekî ragihand ku di şerê çend roj berê yê Pîranşarê de Pêşmergeyekî wan jiyana xwe ji dest daye.  Şeva 18’ê vê mehê li devera Mengûratî ya bajarê Pîranşarê yê  Rojhilatê Kurdistanê, di navbera Pêşmergeyên Rojhilatî û hêzên Îranê de şer derketibû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) daxuyaniyekê da û ragihand, di wî şerî de Pêşmergeyekî wan bi navê Rehîm Ebdullahnijad jiyana xwe ji dest da ye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew Pêşmerge di şer de birîndar bibû lê ji ber giraniya birînan, jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê Pêşmergeyan ve hatibû veşartin.

Li gorî daxuyaniya PDKÎ, di şerê Pîranşarê de komek pasdarên Îranê jî hatibûn kuştin û birîndar bibûn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.