Rojî kurd: Hat ragihandin ku li Wanê li nêzîkê Miduriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Rêya Armûşê 3 teqînên cuda pêk hatin.
Li gorî nûçeya DİHA’yê teqînli taxa Serhedê li nêzîkê Miduriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Rêya Armûşê qewimîne.
Hat destnîşankirin ku piştî teqîna pêşîn demeke kurt pevçûn qewimîn û di wê demê de 2 teqînên cuda qewimîn.
Hat ragihandin ku gelek wesayitên zirxî şandin herêma teqînê û herwiha hat aşkerakirin ku pevçûn li taxa Bostaniçiyê qewimiye.