Rûsya: Tirkiye li Sûriyê rewşê aloztir dike

0
899

Rojî kurd: Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku, pêşveçûna Artêşa tirk di nav xaka Sûriyê de, rewşa leşkerî û siyasî ya Sûriyê tevlihev dike.

Rûsya, ji berdewamkirina operasyona Mertala Firadê bi gûmane. Wezareta Derve ya Rûsya daxuyakirin, pêşveçûna dijbereyên Sûrî yên bi piştevaniya Enqerê, rewşa Sûriyê aloztir dike.

Wezareta Derve ya Rûsyayê da zanîn, ev operasyon derbarê serweriya Komara Sûriyê û parastina yekbûna xaka wê de, pirsan ava dike û divê Enqere ji gavên ku rewşa Sûriyê bê aram dike, dûr bisekine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.