Fermandeyekî Operasyona azadkirina Mûsilê: Ji niha heta sibe wê rizgarkirina Geyara bi temamî were ragehandin

0
991

Fermandeyekî operasyonên rizgarkirina Mûsilê ragehand ku, Hêzên Iraqî parzûngeha petrola Geyara kontirolkirin.

 

Îro 23 Tebaxê, Fermande di Operasyona Rizgarkirina Mûsilê Emîd Ehmed Cibûrî ji BasNes re ragehand: “Hêzên Iraqî bi Lîwa 71 û Fireqeya 15 û Dijî Teror karîbûn parzûngeha petrola Geyara kontirol bikin, piştî ku bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

 

Herwiha got: “Di heman demê de 9 otombîlên bombekirî yên DAIŞê hati rûxandin berî ku bighên armancên xwe, şer û pevçûn jî li Geyara berdewamin.”

 

Cibûrî got jî: “Derengetina ragehandina azadkirina Geyara jiber teqînên xwekujî yê DAIŞê ye, lêbelê ji niha heta sibe wê rizgarkirina Geyara bi temamî were ragehandin.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.