Erdogan: Hewldanên me ligel Rûsya jibo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîne

0
895

Serokomarê Tirkiyê ragehand ku, hewldanên welatê wan ligel Rûsya dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserbikin.

 

Îro 9 Tebaxê, berî civîna xwe ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokomarê Tirkiyê Recap Tayyp Erdogan ragehand ku, ew xeşhale bi serdana Rûsya, herwiha xweşhale bi wê yekê ku Rûsya û Tirkiyê bi civînên Encûmena Bilind şêwirmendiyê dikin.

 

Erdogan berî biçe civînê ligel Putin ragehand ku, ew dê çend mijarên navbera herdu welatan gotûbêjbikin û got: “Navçe jî ji aliyê siyasî ve çavliriya encamên civînên me ne.”

 

Bi nerîna Erdogan, başbûna pêwendiyên Tirkiyê û Rûsya dê bibe hokar jibo “Çareserkirina pirsgirêkên navçeyê jî.”

 

Erdogan herwiha behsa rewşa gelê Kurd jî kir û ragehand ku, bêhtirê Kurdan dengê xwe dan AKPê û ligel deselata Tirkiyê ne.

 

Li gorî ajansa Anadol Erdogsn gotiye: “HDPê herdemê dibêje ez nûnertiya Kurdan dikim, lêbelê herdem HDPê sitemkarî li Kurdan kiriye.”

 

Erdogan got: “HDPê gelê Kurd daxist kolanan û bû sebeba 53 welatiyên Kurd, ew kesê ku wan kuşt jî kurdbûn.”

 

Di 24 Tişrîna Duyem sala 2015 de Tirkiyê firokeyek Rûsya li Sûriyê anî xwarê, piştr pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê gihştin astek pir xirab, lêbelê bi sedema ku Erdogan lêbûrîn ji Putin û Rûsya xwest pêwendî vegeriyan asayî.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.