Cerablûs kete bin kontrola Artêşa Azad

0
713

Hat zanîn ku Artêşa Azad a Sûriyê ku baskê çekdarî ye li dijî rejima Sûriyê ye, gihiştine bajarê Cerablûsê û piraniya bajêr bi alîkariya hêzên Tirkiyê kontrol kirine. Piştî destpêkirina operasyona bi navê ‘Mertala Feradê’ ji aliyê Tirkiyê ve, hat ragihandin ku çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bi piştevaniya leşkerî ya Tirkiyê li li baska Cerablûsê ve derbasî nav axa Sûriyê bûn û ber bi navenda navçeya Cerablusê ve çûn. Li gorî nûçeya Ajansa Andadoluyê ku çekdarên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya yekîneyên zirhî ji saetên destpêka yên îro ve dest bi operadyonê kirin û 3 kîlomteran de meşiyan. Herwiha li gorî zanyariyan çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li ser pêşveçûnên xwe berdewambûn û niha gihîştine navçeya Cerablusê, ku dibin konrola DAIŞê de bû. Ji aliyekê din ve hat ragihandin ku çekdarên DAIŞ’ê bi hawinan bersiv dane êrişên çekdarên Artêşa Azad û di encamê de çend çekdar birîndar bûne, ku 3 ji wan çekdaran bo nexweşxaneya Dîlokê hatine veguhastin û li wir tên dermankirin. Operasyona girtina Cerablusê ya bi piştevaniya Tirkiyê bi şer û pevçûnên di navbera çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê û çekdarên rêxistina DAIŞ’ê de berdewam e. – See more at: http://basnuce.com/ku/news/20222/cerabls-kete-bin-kontrola-artesa-azad#sthash.3nUF59GL.dpuf

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.