Barzanî: Zehmet e vê gavê pêvajoya aştiyê dest pê bike

0
644

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa naveroka hevdîtinên xwe bi rayedarên Tirkiyê re kir û got, mijara sereke ya hevdîtinên me şerê DAIŞê bû.

Serok Barzanî, ku duh li Enqerê bi serokomar, serokwezîr û rayedarên din ên Tirkiyê re hevdîtin kiribû, îro derheqê wan hevdîtinan de civîneke rojnamevnaiyê li dar xist.

 

Barzanî da zanîn ku di hevdîtinên wî bi rayedarên Tirkiyê re, herî zêde behsa şerê DAIŞê hatiye kirin û got, me civînên pir girîng bi serokomar, serokwezîr û rayedarên din ên Tirkiyê re kir. Me firsend dît behsa gelek mijaran bikin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got, me pîrozbahî li rayedarên Tirkiyê kir ji bona şikandina kûdetayê her wiha me serxweşî ji mexdûrên kûdetayê re xwest. Me behsa peywendiyên aborî, siyasî û ewlehiyê yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir. Em li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivîn.

 

Mesûd Barzanî anî ziman ku di mijara DAIŞê de jî behsa wê yekê hat kirin ku hevkariyek çawa were kirin di navbera her du aliyan de ji ber ku “guhertinên mezin dê li deverê biqewimin ji ber wê jî divê hemahengiya me bi hev re hebe”.

Derheqê “pêvajoya aştiyê” û şerê PKKê de jî Barzanî got, helbet pêvajoya aştiyê girîng e lê wisa xuya dike xebat û wextek zêde pêwîst e. Em bêhêvî nînin lê mixabin di heyama borî de bûyerên nexweş qewimîne. Lê em hêvîdar in pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike.

Li gorî daxuyaniya Barzanî, mijareka din hevdîtinên wî bi rayedarên Tirkiyê re, qutabxane û navendên xwendinê yên girêdayî Fethullah Gulen bû. Derheqê wê yekê jî her du alî li ser çawaniya çareserkirina wê pirsgirêkê li hev kirin. Barzanî di dawiyê de got, serdana min bo Tirkiyê îro xilas dibe.

Dihat gotin Barzanî dê bi şanda HDPê re jî rûnê lê Barzanî behsa wê yekê nekir.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.