hevpeyvina Rojî Kurd bi KAKŞAR OREMAR li ser mjara Simko Şikak u dîroka wî

0
4133

Rojî Kurd: Ger hûn bixwazin Îsmaîl Axayê Şikak weke rêberekî Kurd bidin nasandin, nasnameya wî çawa dinirxînin? Bandora Simaîl Axa di dîrokê da çaea dinirxînin?

Bersiv: Pênaseya Simko û her kesekî din ji kar û xebatên wan xuya dibe. Nav bi ked û xebatê bilind dibe û dikeve rûpelên dîrokê. Simko di serdemekê da dest bi karê xebata siyasî, perwede û ferhengî kiriye ku li gor pîvanên wê demê avêtina wan pêngavan ez weke „ rensans“ek pir alî binav dikim. Ew keskî pir jîr, dûrbîn, mutewazî, xwedî pilan û projên domdirêj bûye. Sinorên destçêkirî jî di pikaktîka xwe da napejirîne. Em behsa sed sal berî niha dikim ku li Îranê û piraniya welatên herêmê sewiya rewşenbîrî a xelkê û piley kesên xwende gelekî li jêr bû. Ew xwedî pênaseyek Kurdistanî ye û ji bo armancên xwe yên azadîxwaziyê serî li her rêbazekê dide. Di karê xwe yê dîplomasiyê da pir dîqet dike ku nebe amrazê destê dagîrker û zilhêzên biyanî. Hemû hez û daxwaza wî ewe ku di nava koma miletan da miletê xwe rizgar bike. Li ser manîfesto an jî rêbaza siyasî a Simko du xalên girîng tim bala min dikişînin:

KAKŞAR OREMAR
Kakşar Oremar

Hewldanên wî ji bo bilibdkirina sewiya rewşenbîrî-siyasî a takê Kurd. Ew li pey têkçûna serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî bi hemû şêweyan dixebite ku kesayetiya Kurd a şikestî û tehqîrkirî careke din zindî bike. Careke din bi bîra Kurda bîne ku ger bi yek bin, dikarin bibine xwedîyê her tiştê ku dixwazin. Dikarin welatê xwe ji destê zaliman derxînin û bi ewqas dewlemendiyên li Kurdistanê bibine bextewertirîn gel li ser axa xwe. Ji ber wê jî destê hevkariyê dide rewşenbîrên weke Ebdulrezaq Bedirxan û ji sala 1912an heya 1914an him kovarekê bi navê KURDISTAN derdixînin û hem jî yekemîn xwendingeha Kurdî bi awayê modern û Ewropiyane li bajarê Xoy dadimezirîne. Simko wek hakimekî herêmî li pişta hemû wan karên baş û erênîye ku di berjewendiya gelê Kurd da dibîne. Ger Simko xwedî hêza madî, siyasî û leşkerî li herêmê nebûya, ne Endulrezaq dikarî van pêngavan bavêje ne jî Rûsan dikarî bi tena serê xwe xebatên wiha bidene meşandin. Simko sal li pey sala din û elbete di wî etmosferê tevlîhev da pêngavên pêşkeftîtir diavêje. „ KURD “ yekemîn rojnama Kurdî li rojhilatê Kurdistanê ye ku ji naveroka wê û gotarên ku Simko têda nivîsandine, me bi vê rastiya heya niha veşartî dihesîne ku Simko rêberekî çiqas siyasetzan, Kurdhez, xwedî stratejiyek dîrokî û bi pilan bûye. Çiqas di demeke kêm da karîye di nava etmosfêrekî eşîretiyê da bîr û ramanên xwe bigûherîne. Ji bo wê serdemê û heta bo roja îro jî ez Simko ne tenê wek rêbrekî siyasetmedar û xwedî karîzma dibînim, belkî ew rewşenbîrekî kêmnimuneye ku heta roja îro jî ger dem, derfet û gûherandinên li pey derbasbûna sed salan bi serdema Simko re bidin ber hev, ji gelek rêberên partiyêm me yên îro aqiltir û siyasetmedartir bûye. Em bi awayekî pir şefaf vê rastiyê di kar û xizmetên wî da dibînin. Û pêngavên wiha ne ku me baştir bi naveroka xala duyê dihesînin.

Ji Emîr Xanê Lepzêrin û Şêx Ûbeydulahê Nehrî bigire heya Simaîl Xanê mezin, Cewer Axayê Şikak, Hemze Axayê Mengor û Pêşewa Qazî Mihemed ti kesek bi qasî Simkoyê Şikak nebûye armanca antîpropagandeyên rayedarên Îranî û Tirkiyê. Rayedarên ku ji serdema desthlatdariya Qacarî, Pehlewî û komara teror û wehşetê, li dijî lîderekî karîzmatik yê weke Simkoyê Şikak xwedî yek nêrîn û siyasetin. Niha dema ez li karnameya siyasî û armancên ku li ber Simko bûne, temaşe dikim bi girnijîneke ji dil dibêjim: ew jî mafdar bûne ku wiha li dijî Simko kar bikin. Çimkî Simko di karê xwe de ji wan jîrtir û dûrbîntir bûye. Eşqa wî serxwebûna Kurdistanê ye. Nameyên wî yên ji rayedarên Îranî re pir baş van rastiyên ji me re didin kisfşê. Simkoyê Şikak ji Îraniyan re wiha dinivîse: ” Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka Kurdan, lê ew gihiştine daxwaza xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Birastî ger netewa Kurd li Îranê negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jê re baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî Kurd e û ji gelê me re jî jiyaneke nûye…”

Gelo hûn dikarin lîderkî doza Kurdistanê bi min bidin naskirin ku berî sedsalan wiha bi awayekî sîstimatîk kar kiribe ku pêngav bi pêngav kar û pilanên xwe di piraktîkê da peya kiribin?!. Tiştê ku Îranîyan ditirsîne ew pêngavên bingehîn in ku ger berdewam bûna yê di civaka Kurdistanê da alûgorên fikirî an jî tiştê ku em îro wek „ şoreşa zêhniyetê“ binav dikin, bêtir ber bi pêşve çûba. Dost û dijminên Simko di vegotina tiştekî da xwedî bîr û rayekê ne ku ew jî hez, piroje û daxwaza Simko ya yekê „serxwebûna Kurdistanê“ bûye. Ji ber wê jî bandora Simko di dîroka me ya azadîxwaziyê da wek rûknekî esasî ye ku ger di sedsala debasbûyî da sê stonên şoreşa Kurdistanê hebin, stona herî bihêz a serhildana Simkoyê Şikabûye.

ROJÎ KURD: Li gor we heya çi astekê Îsmaîl Axayê Şikak „ babê nasyoalîzma Kurdî li rojhiatê Kurdistaê ye?

Bersiv: Ji ber kar û çalakiyên ku Simko di qada dîplomasiyê da kirine, ew babê nasynalîsima Kurdî li rojhilatê Kurdistanê ye. Hewldanê wî ji bo gûherandinên civakî jî vê rastiyê bihêztir dike. Wî karî di dema hizûra xwe a siyasî li rojhilatê Kurdistanê bi awayekî bingehîn rewşa civakê bigûherîne. Kurda pêbihesîne ku:“ ji kesî kêmtir nînin û xwedî dîrokek xwe a azadîxwaziyê ne. Divê xwe nekine xûlamî kesî û bixwe bawerî bin….“ Di vê rastiyê da bila çi goman û dudilîyên we tine bin ku di karê hişyariya netewî û werçerxaneke siyasî-fikrî a civaka wê serdema Kurdistanê da tenê Simko ye ku pêngavên destpêkê avêtine. Elbete rewşenbîrên baş jî li dora xwe kom kirine û bi dilekî vekirî û bêhneke fireh ew teşwîq kirine ku hevkariya pilan û projên wî yên di qada ragehandin û perwerdê da jî bikin. Wî rûpelên xebata siyasî ji pêvajoyekê derbasî pêjaoyeke din a nûtir kirine. Ji teva girîngtir Simko karî „konfedrasyona eşîretên Kurd“ ava bike. Wan bike yek û li dijî dewleta navendî a fasid û zulmkar li Îranê bîne nava sinorên qada xebateke hevpar. Karekî wiha bo wê serdemê ku Îran bi awayê xan-xanî an jî melîk-El Tewayêfî dihate îdarkirin û rewşeke kambax a aborî, civakî û siyasî jî li Kurdistanê hebû, hêsan nîne. Bo têgehştina ji van gotinên min, li rewşa îro a Kurdistana mezin binêrin: hêşta jî partiyên me nekarîne kultura eşîretigeriyê û rolê axa û began li ser civakê kêm bikin. Li başûrê Kurdistanê serok eşîret hêşta jî di jiyana gel da xwedî bandorek mezin in. Tenê li bakur û rojavayê Kurdistanê em rolê eşîretan weke berê bi bandor nabinin, bes heta li rojhilat jî dewlet li pey zindîkrina sîstema eşîretgeriyê ye ku axa û mezinên wan wek xûlam û berde bêxe xizmeta xwe û bi destê Kurda bixwe hereketa Kurdî vemirîne. Bi taybetî dema ku Kurd li dijî dewletê şerê çekdarî dikin, dewleta Îranê dest bi belavkirina diravekî bêhisab di nava axayên xwefiroş de dike. Berî sed salan Simko hemû serok eşîretên Kurd gehandibûn hev û li ser doza Kurdistanê ew şîret dikirin ku ji bo tiştên rojê û bêqîmet li dijî hev nebin, belkî bibine yek hêz û li dijî dagîrkerên Îranî şer bikin. Simko karî di demeke kêm a dîrokî da „şexsiyeta Kurdî a nîvmirî“ ji nûve bide bişkivandin. Şexsiyeta ku weke guleke cirmsî ber bi nemanê ve diçû. Simko bû rezvanê wî baxçê ku piştî sala 1880an bêxwedî mabû. Ji sala 1930an û pêda jî yanî heta pêkhatina komara Kurdistanê rolê xebata Simko nayê înkarkirin. Wî karî bi belavkirina rojnameyeke siyasî-civakî baweriyê û pêre jî bi şerên giran li dijî Îraniyan cesareteke mezin di dil û mejiyê Kurdan da çê bike. Elbete rolê kesên weke Şêx Ubeydulahê Nehrî, Hemze axayê Mengor, Cewer Axayê Şikak û kesên din jî nayê înkarkirin, lê tikes ji wan lîderan nekarîn bi qasî Simko şoreşa xwe bidomînin û ne jî karîn mîna wî ji derfetên heyî sûdê bistînin û „ şexsiyeteke Kurdî “ ya xwedî bawerî bidene takê Kurd.

Ji hêla din jî ew li dijî netifaqiya Kurdan gelekî dilgiran bû û pirî caran gazinên xwe kirine:“ Îngilîz û Tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka Kurd an jî serxwebûna Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Îngilîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin. Ew dixwazin me mîna  meymûnan ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me şermezar bikin, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakim. Tirk û Îngilîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”

Ger kesek agehdarî rewşa aliyê sosyal a welat û civaka xwe nebe, çawa dikare xwedî nêrîn û analîzek wiha bihêz be? Gelo Inglîza Kurd xapandin an ne? Gelo Kurda li dijî hev xiyanet kirin an ne? ….

Ji ber tevaya sedemên hatine diyarkirin Simko di dîroka azadîxwaziya netewa Kurd li rojhilatê Kurdistanê yê tim xwedî nasnameya „ babê nasyonalîzma Kurd“ bimîne. Rûdanên piştre yên weke pêkhatina komara Kurdistan jî deyndarê bizava siyasî ya Simkoyê Şikak in. Ez dizanim ku hinek Kurd û kesên xwedî mejiyên perçebûyî û kesên ku hê xwe ji derdê herêmçiyatiyê xelas nekirine, li dijî vê yekê ne, lê ew bixwazin an jî nexwazin ev rastiyeke û nayê înkar kirin. Bi qasî ku pêwîst be jî belge di destê me da hene ku em vê yekê ji wan hermênçiyên mejî hişk re îspat bikin.

Rojî KURD: Pareke zêdê ji Azerîyan zêdetir ji hemû rêberekî din û heta zêdetir ji Şêx Ubeydulahê Nehrî li Urmiyê ku li Şêx Tepe xwedî bargeh bû hêrîşî ser Simko dikin, çima?

smail agha shkak139_514555510_nBersiv: Çimkî hereketa siyasî a di bin serokatiya Simko da zêdetir ji bizavên berê li rojhilatê Kurdistanê bû sedem ku rastiya Kurdistanîbûna herêmên bakurê rojhilatê wilayeta Urmiye, bê ber çavan. Êdî Simko xwedî hêzeke siyasî-leşkerî a mezin bû û li hemberî gûherandinên demografiyê li herêma jiyana xwe ya sedan salan xwedî bername bû. Yanî pilan û projên wî û hevalbendên wî li dijî wê siyaseta dewleta Îranê hebûn ku ji mêjda bû li cihwarê bav û kalên wî didane meşandin. Di çaxê Simko de li Urmiyê ji 1500 malan 500 mal yên Kurdan rûniştivanên bajar bûn û Simko dizanî ku ji serdema Sefewîyan heya dema wî dewleta navendî ya Îranê xebat kiriye ku wê herêmê ji Kurdan vala bike, lê wan tevî ku di wê siyaseta şovenîstî da gelek tevkujî li dijî Kurdên herêmên Kimancnişîn û Mûkiriyan pêk anîn, bes dîsa jî biser neketin. Herêmên ku li pey desthilatdariya Sefewîyan demografiya wê heya radeyekê hatibû gûheradin, di sedema Simko da rastî şikestê hat. Wî hingî karî Urmiyê bike paytexta desthilatdariya xwe û navendeke bizava siyasî a hereketa siyasî ya Kurd û li wira dest bi xebatên baş bike. Bi taybetî di qadên siyasî-ferhengî da ew pêngav li gor şert û îmkanên zeman wek rensansekê têne ber çav. Li herêmê Azerî jî hene ku li pey têkçûna serhildana kela Dimdim tayfe û êlên Efşariyan ji bakurê Îranê anîne herêmê û Kurd jî bi darê zorê koçberî bakurê Xorasanê kirine. Di şerên di navbera Kurd û dewleta navendî a Îranê da Azerî an jî Eceman tim alîgiriya hakimên Tehranê dikirin. Rewşa ku îro hê di serdema komara îslamî da jî berdewame. Sedem jî ewe ku Azerî hem şîi ne û hem jî li Îranê pirsgirêkek bi navê „ pirsgirêka Tirk an jî Azerî“yan weke „pirsgirêka Kurd“ tuneye. Di salên ku Simko hêşat li Urmiyê û herêmên din yên weke Maku, Selmas û Xoy xwedî otorîte û hêza birêveberiyê nebû, waliyê wilayetê, berpirsên hêza artêş û saziyên din yên dewletê tev Azerî û Fras bûn. Simko ji 1919an heya 1922an ji Urmiyê re waliyekî Kurd hilbijart û piraniya saziyên dewletê xistin destê berpirsên Kurd. Ji hêlekê şerê Asûrî û Kurdan û ji hêla din jî şerê Kurda û dewleta navendî li herêmê, bûn sedem ku carna Azerî jî bêne kuştin, lê divê neyê ji bîr kirin ku di çaxê şer da jî ji her sê aliyan gelek kes hatine kuştin. Hevçax bi şoreşa Simko re şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî jî li Tebrêzê hebû, lê şoreşa wî kêmitir ji a Simko xwedî nasnameyek netewî bû, belkî şoreşek sosyalîstî bû û Sovyetê piştgîrî didayê. Di karê dîplomasiyê da Simko gelek ji Xiyabanî jîrtir bûye. Armanca wî serxwebûna Kurdistanê û bihev ve girêdana çar parçên Kurdistanê bûye. Sedema esasî ya ku Azerî wek piştîvanên dewleta navendî ewqas li dijî Simko ne pirî caran siyasetmedarên wan yên apolîtîk li dijî wî diaxivin û dinivîsin, ewe ku şoreşa wî di xizmeta berjewendiyên Kurdan da bû. Simko li dijî serdestiya Azeriyan bi ser serê Kurdan da bû ku di koka xwe de Kurd rûniştivanên xwecih yên herêmê bûn. Ew li pey rastiyekê bûn ku xwedî pêşîniyeke dîrokî bû. Heqîqeta ku li pey serhildana kela Dimdim Kurda di rêya zindîkirina wê da mal û canê xwe dabûn. Divê em vê rastiyê jî ji bîr nekin ku di çaxê Simko da herêma şer Urmiye û bajarên din yên herêmê bûn. Kesên ku li dijî hev şer dikirin Kurd û hêza dewletê bûn ku ji wan re „emniye an jî jandarm“ dihate gotin. Ew hêza dewletê bûn û dema di şer da li dijî aliyê Kurd biser diketin, tenê şervanên Kurd nedikuştin, belkî xelkê sivîl jî tevî wan qetilam dikirin. Gund û bajar wêran dikirin û li dijî Kurdan çi bikirana, bêtirs dikirin. Hingî hezaran jin û zarokên Kurdan bi destê hêza dewetê hatin kuştin. Ew hêzeke dagîrker bûn û sirûştiye ku li her dera dinyayê jî dagîrker mehkûm bi fenayê ne.

Çawa piştre Asûrî di bin navê „ hêza Lîvî “ û li dijî Kurdên başûr bûn amirazê destê Inglîzan, Azerî jî li rojhilatê Kurdistanê xwedî rolekî wiha bûne di destê dewleta navendî ya Îranê da.

Rojî KURD: Yek ji rexne û hêrişên neyarên Simkoyê mezin, kuştina Mar Şîmun e. Simko bi wê hindê tê tawnbar kirin ku ji kuştina Asûriyan re xwedî pilan bûye. Dikarî li ser sedem û şerên Kurd û Asûriyan ji mere binivîsî?

Bersiv: Li Urmiyê û hinek herêmên girêdayî wê ji kevn da Asûrî û Ermen hebûne, lê divê em ji bîr nekin ku piraniya Asûriyên di serdema şerê Kurd û Îraniyan de li Urmiyê bûn ew kes bûn ku ji smitkobakurê Kurdistanê û ji ber tevkujiya Ermenîyan hatibûn rojhilatê Kurdistanê. Ji nişka da hejamara wan bibû çar beranber. Mar Şîmun Benyamin serokê wan yê olî û ji gundê Kuçanis yê girêdayî bajarê Colemêrgê bû. Kurd ji wan re Cîlo dibêjin. Ji sala 1916an dema ku Rus li hemberî Osmaniya ber bi sinorên Îranê ve paşekêşe dikirin, Cîloyî jî ji wira hatin û li Îranê bûne penaber. Hingî yanî ji sala 1918an û pêda li herêmê Kurd di bin serokatiya Simko da hêza yekê bûn û hêzên hikûmetê jî li pey şerên giran di herêmê da nemabûn. Welatên hevpeyman ku Ingilistanê serkêşî jêre dikir, xwestin ku ji Kirîstiyanên koçer û xwecih yên herêmê re hikumetekê ava bikin. Ev di rewşekê de bû ku Kurd li herêmê hêza yekê bûn û ji 1914an û pêde bi hêzên dewletê re di halê şer da bûn. Bi hatina Ciloyîyan re ji xeynî hêza hikumeta navendî, vê carê hêza sêyê jî li herêmê hatibû qada siyasetê ku zilhêzên wê demê yên cihanê ji bo avakirina hikumetekê piştgîrî didanê. Li dijî karekî wiha Simko pir xebtî ku bi rêya Seyîd Teha gîlanîzade Inglîzan razî bike da ku piştgîriyê bide Kurdan û bibin xwedî welatekî serbixwe. Lê Ingilîzan çi biha nedida daxwazên Simko û Rusan jî bi awayekî şefaf jêre gotin ku em hevkariya we nakin. Mar Şimun bi piştgîriya Ingilîz û hêzên din yên li herêmê dest bi hinek kiryaran dikir ku Kurd û Azerî diêşandin. Xelkê wek hakimekî herêmê diçûne cem Simko û gazinên li dijî Asûriyan li ba wî dikirin.

Wek hinek şahid didin diyarkirin Mar Şimun di hevdîtinên bi Simko re hinek bêminnet pêre axivîye û heta carna destûr jî dane wî. Simko jî ne dikare bipejirîne ku li herêma di bin desthilatdariya wî da Inglîzî hevkariyê bidene Asûriyan ku dewletekê ji xwe re ava bikin û ne jî dikarî ji bîr bike ku Asûrî zulmê li Kurd û Tirkan dikin. Dema Asûrî ji Hekarî hatin rojhilatê Kurdistanê li ser rêya xwe gundên herêma Tirgever û Mirgever wêran kiribûn û heta mirîşkên Kurdan jî dikuştin. Li pey dan û standinên Simko û Mar Şimun sala 1918an li Kûhneşarê, Simko dawiyê bi jiyana wî reqîbê xwe tîne ku ne bi aliyê Kurd re belkî bi aliyê Inglîzan ve hevpeyman bû. Ez di wê baweriyê da me ku ger Simko Mar Şimun nekuşta wî yê li dijî Simko karekî wiha bikira. Ew qada şer û siyaseta Îranî, Asûrî, Osmanî, Ingilîz û Kurdan bû ku li pey kuştina Mar Şimun êdî xeyalên Inglîzan vala derketin. Kurd jî biser nektin, lê doza ku hingî Simko danîye îro jî li Kurdistana mezin berdewame. Li ser sedemên kuştina Mar Şimun lêkolîneke berfirehtir lazime, lê ez di wê baweriyê da me ku Simko bi awayekî dûrbînane li ser wê kiryara xwe fikrîye û piştre encam daye. Ger Simko karekî wiha nekira, zilhêzên ku hingî li jêr navê peymanên cûr bi cûr qeder û paşeroja miletên hêrêmê diyar dikirin, yê li herêmekê hikumetek ji Asûriyan re ava bikirana ku di dirêjahiya dîrokeke çend sedsalî da navenda serhildanên siyasî li rojhilatê Kurdistanê bûye. Di vê navê da ne Asûrî biser ketftin û ne jî aliyê Kurd, lê bi terora Simko re bizava neteweyî a Kurd li rojhilatê Kurdistanê neskinî û avabûna komara Kurdistanê li sala 1946 jî destkefteke serhildana Simkoyê Şikak tê hesibandin. Pêşwa Qazî Mihemed roja 22.01.1946an di gotara xwe ya îlana komara Kurdstan da bi rêz û hurmeteke taybetî behsa ked û xizmeta Simkoyê Şikak dike.

Pêwîste vê xalê jî ron bikim ku ez bigiştî li dijî kuştina mirovanim, lê di wê qada siyasî a ku çend hêz bi hev re di reqabeteke bihêz û tengav da bûn, karên wiha dûr ji çaveraniyê nînin.

Li ser kuştina Mar Şimun yek ji kesên nêzî Simko Fethulah Mîrzayî wiha dibêje:” Mar Şîmun û kesên pêre ji welatekî din hatibûn rojhilatê Kurdistanê ku li ser rêya xwe a derbasbûnê ji gundên Kurdistanê, herêmên Mirgewer û Tirgewer talan û gelek kes jî kuştibûn. Piştî ketina nava bajarê Urmiyê xelk diêşandin û heta zor li wan dikirin. Ji ber wê jî Simko bawerî bi peymanbestina bi Mar Şîmun re nebû û şahidê êstqrara desthilatdariya wan li Kurdistan û kêleka xwe be.“

 

Rojî KURD: Şoreşa Simko dibe du par, beşek ku wek kesekî xêlekî derdikeve û heta tê gotin ku di hêrêşa li ser Mehabadê , şervanên wî destê jinan jî birîne û bazinên destên wan derxistine!!. Pêvajoya duyê jî neteweyîbûn û damezirandina xwendingehên Kurdî û weşandina kovar û rojnameya Rojî Kurd e. Dikarî di vê derbarê da hinek agahiyên şehfaf bidî me. Gelo jiyana Simko xwedî du pêvajo bûye? Ger du pêvajo bûne, sedemên werçerxanê çi bûne?

Bersiv: Pirsyareke baslkêşe! Kesek ku ji sala 1912an û heta beriya wê jî kar û xebatên çandî û siyasî bike, çawa dikare izinê bide şervanên xwe ku li sala 1922´an Mehabadê talan bikin!??. Ji hêla din jî kesekî wiha dewlemend, xwediyê kela Çariyê û hezan hektar erd û gund, çawa dikare zere misqalekê muhtacî talankirinê be!??

Elbete di çaxê şer da malwêranî û şaşî li her derê têne kirin, lê ya girîng ewe ka serkêşên şer an jî rêberên hereketê haydarî karekî wiha ji hêla şervanên xwe ne an ne!? Ji bo bêtir naskirina kesayetiya Simko û ramanên wî yên dûrbînane pêwîste li vira îşare bi hinek kar û xebatên wî bikim:

smail aghaSimko bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan di sala 1912an da kovara KURDISTAN daye weşandin. Li pey sala 1889an ku yekemîn rojname ya binavê KURDISTAN li Qahirê derket, Simko yekemîn kovarê bi du zimanên Kurdî û Tirkî li Urmiyê dide weşandin.

Di 27. 10. 1913an da Simko bi hevkariya Ebdulrezaq Bdirxan û pişgîriya konsolosê Rûs xwendingehekê li bajarê Xoy ji zarokênKurdan re vedikin. Navê xwendngehê çi bûye, kes îşare pê nake. Ji Urmiye, Soma, Tirgewer, Maku û herêmên din Simko 29 zarokan kom dike û tîne ku li bajarê Xoyê dest bi xwendinê dikin. Temenê zaroka di navbera 7-10 salî da bûye. Di mektebê da dersên li ser mijarên dîrok, ernigarî û wêjeyê ji zarokên Kurd re hatine dayîn. Ew xwendingeh bi awayê modern û şêwaza perwerdê li Ewropa hatibû damezirandin. Heya niha çend kes ji xwendevanên wê xwenidngehê hebûne ku behsa wan salên xweş kirine. Lê bêşansî ewe ku êdî li sala 1914an şerê cihanî yê yekê dest pê dike. Êdî herêm bûye qada şerê di navbera du impiratoyêrên Rûs û Osmanî, ji hêla din jî şer û rikeberiyên di navbera Osmanî û Inglîsan.

Simko bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û Rûsan li bajarê Xoy komela Gihandanî an jî perwerdê damezirandiye ku komele xwedî armancên rewşenbîrî û siyasî bû.

Bi giştî pilanên Simko dûr û kûr bûn. Kovara KURDISTAN bi piştgîriya wî a siyasî, madî û meinewî dest bi weşandinê kir.

Simko di sala 1922an ji rewşenbîrên Kurda dawa dike ku li navenda hikumdariya wî (bajarê Urmiyê) da rojnameyeke Kurdî biweşînin. Wiha bû ku yekemîn rojnameya Kurdî li rojhilatê Kurdistanê ji dê bû û navê wê KURD bû ne Rojî Kurd.

Îda û derewa şaxdara ku dibêje berê navê rojnamê „ Rojî Kurd û şewî Ecem“ bûye, pir ji rastiyê dûre. Hejmara yekê a rojnamê di destê me de ye û navê wê tenê wiha hatiye nivîsandin:“ KURD „.

Sernivîserya rojnamê Mela Mihemed Turcanîzade kiriye. Niha pirs eve:“ Kesek ku beriya şerê azadkirina Mehabadê karên wiha mezin kiribin, yê piştre bê û xelkê talan bike?!! Sedema çêbûna hinek nexweşiya di şerê azadkirina Mehabadê de ew bû ku wan ji bo derxistina 601 jandarmên di nava bajar da hevkarî nedane şervanên Kurd. Simko û Seyîd Teha Gîlanî sê rojan li baxê Mehmûdkan û li dervey Mehabadê li benda pêşwaziya mezinên Mehabadê sekinîne, lê kes ber bi wan ve nehatiye. Yanî wek lîderekî Kurd ku bajarekî Kurdistanê ji destê dagîrkerên Îranî azad dike, ji xeynî çend kesan piranîya gire-girên Mehabadê pêşwaziya wî nekirine. Ji hêla din jî beriya hêrişa li ser Mehabadê hişyarî daye gelê bajar ku wan jandarmên dewletê ji nava bajarê xwe derxînin. Jandarmên ku berê di şerekî da wek hêsîr ketibûn destê şervanên Simko û bi şertê ku careke din neyên şerê Kurdan, hatibûn azadkirin. Wî beriya azadkirina wan hêsîran ji wan re wiha gotibû: „ Ger hûn careke din bêne Kurdistanê û şerê me bikin, yê tev bêne kuştun…“, lê ew dîsa hatibûn û vê carê tev hatine kuştin.

Di şertên wiha da ku heta gelê te bixwe jî destê hevkariyê dirêjî te nake, tu dikarî çi bikî û xwedî helwestek çawa bî? Apê Yusif yek ji şahidên şerê Mehabadê wiha dibêje:“ Îsmaîl Axa her dem li ser Sabilaxiyan wiha digot:“ Wan nîva çop girtibûn, giranî bi kîjan al da çêbûya, ew li wî alî bûn. Ji ber wê jî min ew tenbîh kirin…“

Ez di wê baweriyê da me ku dijminên Simko mesela azadkirina Mehabadê gelekî nipixandine an jî mezin kirine. Sedem jî ewe ku bi rêya Kurda bixwe nav û kiryarên lîderekî Kurd kêm bikin. Mameş û Mengor, leşkerên Osmanî jî di şerê Mehabadê da hebûn û zirar û ziyanên wî şerî tenê şervanên Şikak çênekirine. Li ser vê mijarê jî dîsa lêkolînên berfirehtir lazimin.

Rojî KURD: Em herin ser behsa şehîdkirina wî. Hûn wiha nafikirin ku Simkoyê mezin tevî hemû hûrbînî û zîrekatiya xwe ku di dîroka xebata xwe da hebû û bo nimune ew rênimoniyên ku dane Şêx Mehmûd, lê gelekî bi rihetî û mîna rêberên din yên Kurd ji hêla dijmin ve hate xapandin û hate şehîdkirin?

Bersiv: Li pey sala 1926an û şerê wî yê dawiyê li dijî Îraniyan, êdî ji hêlekê Îranî, ji hêla din Tirk û Inglîz, zextên Ingilîzan bo ser Şêx Ehmed û elbete bisernektina Şêx Mehmûdê Berzencî jî çi smkoye shkak rêyekê li ber Simko nahêle ji xeynî vegera rojhilatê Kurdistanê. Aliyê Îranî tim ji hêza Simko û saxbûna wî ditirse. Ji dewleta Îraqê dawa teslîmbûna wî dikin, lê ew wî wek penaberê siyasî nadin destê Îranîyan. Elbete nedikarîn jî karekî wiha bikn, çimkî Simko li başûrê Kurdistanê û li hêrêma Sîdekan û Barzan dijiya. Haya Şêx Ehmedê Barzanî li ser hebû. Bi rêya Seyîd Teha jî pir xebitî ku bala Inglîzan bikişîne ser çareserkirina pirsgirêka Kurd, lê Inglîzan li ber nebû ku li Kurdistanê dewleteke Kurdî ava bikin. Wan dixwest li Îranê dewleteke bihêz bê ser kar. Sedema sereke ya piştgirîya Îngilîzan a ji bo damezirandina hikumeteke wiha ew bû ku Bolşevîk di bin serokatîya Lenîn da bi ser ketibûn û wan piştgirî dida çîna feqîr û hejarên civakê. Her wiha hevkarî dida wan netewên bindest û bêmaf ku li dijî dewletên totalîter bûn. Jiholêrakirina kedxwarîya emperyalîzmê li hemû cîhanê, armanc û stratejîya sîyasî ya rejîma komunîst ya li axa berfireh a Rûsyayê bû.

Li Îranê, berî sala 1917an, bîr û ramanên komunîzmê di nav çîna karker û rewşenbîr de belav bibûn. Di dawîya salên sedsala 19an de, ji ber giranî û xelayê, zêdetirî 500.000 kes li Îranê ji bo kar û peydakirina nanê jiyanê çûbûn Rûsya û li wir di fabrîke û kargehên bazirganîyê de bi rêya endam û kadroyên Partiya Komunîst, bîr û ramanên çepgiriyê nas kiribûn. Pişt re piranîya wan vegerîyan Îranê û bîr û ramanên xwe yên nû di nav xelkê de belav kirin. Sala 1920an, yekem rêxistina komunîst a bi navê “Hizba Komunîsta Îranê” li parêzgeha Gîlanê (hevsînor e li gel welatê Soveyta berê), li jêr serokatîya sîyasetmedar û rewşenbîrekî wekî Heyder Xan Emoğlu (1880-1920), dest bi karê xwe yê sîyasî kir. Wê partiyê zû di nav gel de reh û rîşalên xwe belav kirin. Lê dema kesên akademîsyen ên mîna Dr. Teqî Eranî (1903-1940) bûn endamên wê rêxistinê, piranîya çîna rewşenbîrên wê serdemê ber bi wê hizbê ve çûn.

Etmosferekî sîyasî yê bi vî rengî, Brîtanya xiste nava tirseke mezin. Çimkî hingî kendava Faris şahdemara hêz û aborîya wan dihate hesibandin û heger Rûsya xwe bi hevkarîya hêza ku li Îranê hebû, bigihanda wir, ew serûkaniya jiyanê li ser Ingilîzan dihate çikkirin. Hem “zêrê reş anku petrol û hem jî avên azad” ji bo karê bazerganiyê ji destê wan diçûn. Wan salan, Brîtanya mezintirîn dewleta koloniyalîst li cîhanê bû ku xwe xwedîyê hetahetayî yê petrol û hemû samanên jêrerd ên Îran û gelek welatên din dizanî. Ji ber wê jî, wan zû dest bi perwerdekirina leşker û damezirandina dezgeh û sazîyên hikûmeta Riza Pehlewîyê Mîrpenc kirin ku di nava artêşa Qacarîyan da serokê hêzeke çend kesî bû. Sal bi sal ew bi hêztir kirin û vê carê bi rêya jiholêrakirina serîhildanên herêmî yên li hemû erdnigarya Îranê, zemîneya danîn û mayîna kursîyê şahê nûhatî dan peyitandin û rûniştandin. Li bakurê Îranê, Serîhildana Mîraza Kûçûk Xanê Cengelî (1880-1921), li Xozistanê Serîhildana Şêx Xezel Bin Cabir Elkeibî (1863-1936), li Loristanê Serîhildana Kurdên Bextyarî û li Kurdistanê jî Serîhildana Qedemxêr û lîderê qehreman Simkoyê Şikak bi xwîn, top û guleyên artêşa Îranê bi dawî kirin. Generalên wê serdemê, ji ber karên xwe yên hovane, ji hêla gel ve paşnavê “qesab” li ser navê wan hate zêdekirin ku hejmara wan li Kurdistanê pir zêde bû. Serleşkerên Inglîzî di hemû şerên li dijî dijberên Riza Pehlewî da li rex artêşa Îranê bûn. Li kêleka wê, li Tehran, Gîlan û bajarên din yên Îranê, polîs û hêza taybet, kesên komunîst digirtin û di dadgehên formalîte de mehkeme dikirin û bi vî awayî hemû destkeftên şoreşa Nûxwaz (Ênqalê Meşrûtêh ku li serdema Nasiredîn şahê Qacar dest pê kiribû), cihê xwe da girtîgeh û zindanên rejîma totalîter ku pişta xwe bi hêzeke bîyanî ve girtibû. Azadîxwaz, rojnameger, sîyasetmedar û dijberên siyaseta Rizaxanê Pehlewî hatin girtin û rojnameyên dijber jî hatin daxistin. Êdî dawî li salên xweş û azad hatibû û di pey re jî etmosfêrekî tijî tirs û bêdengî li her dera Îranê hakim bibû. Farisan karî bi rêya hikûmeta Riza Pelewî hejmonî û desthilata xwe ya siyasî bi ser serê komên din yên etnîkî de bisepînin û genosayda çandî û aborî li dijî wan bi rê ve bibin. Kurd, Azerî, Ereb, Belûç, Tirkmen û komên din yên etnîkî di warê kultur û ziman da xwedî taybetmendiyên xwe yên cüda ne û xwe fars naheibînin. Siyaseta ku heta roja îro jî berdewam e; sîyaseta înkar û tunekirina dewlemendiyên çandî, dîrokî û civakî ne ku hêşta jî bi berawidkirina li gel herêmên din yên nava sinorên Îranê li rojhilatê Kurdistanê berdewam in. Simko, wekî lîderekî hişyar, sîyasetmedar û rewşenbîr hay ji planên Riza Pehlewî û Îngilîzan hebû. Ew bi hemû hêza xwe ya siyasî û leşkerî li dijî şahê nûhatî sekinî. Li pey şoreşa Simkoyê Şikak, Îranîyan baş dizanî ku hêza bîr û ramanên şoreşa Kurdînîyê xwedî du navendên girîng li Rojhilatê Kurdistanê ye:

  1. Herêma Kurmancnişîn ku navenda wê bajarê Urmîyeyê bû.
  2. Herêma Mûkrîyan ku navenda wê bajarê Mehabadê bû.

Di wan her du herêman de, ji dema Sfewîyan û pêde gelek serhildanên sîyasî li dijî hikûmeta navendî ya Îranê berpa bibûn. Wan ew her du herêm xistin nava sînorên wîlayetekê û navê “Azerbaycana Rojava” li ser danîn. Di serdema serîhildana Simko de, ew wilayet tev û parek ji wîlayeta Sine jî di bin desthilatdarîya alîyê Kurd de bûn û paytext jî bajarê Urmiyê bû.

Li pey hevkarîya Îngilîz, hinek dewletên cîran û pere jî xiyaneta hinek axayên xayîn, Simkoyê Şikak di sala 1926´an de ji Rojhilatê Kurdistanê derketibû. Carinan li başûr û carna jî li bakurê 13872432_10154401520728139_1573090935_nKurdistanê bû. Carna jî li ser sinorên Rojhilatê Kurdistanê li bende derfetekê bû ku vegere cihwarê bav û kalên xwe û şoreşeke nû bi rê bêxe. Ji ber wê jî, dewleta navendî ya Îranê û bi taybetî jî Riza Pehlewî ji hêza leşkerî û karîzmatîkbûna lîderekî wekî Simko û hezkirina wî ya ji aliyê gelê Kurd ve, ditirsîya. Hikûmet li bende derfetekê bû ku bi behaneyekê wî û hêza pê re bikişînin nava sinorên desthilatdarîya xwe û bi kuştina wî, gelê Kurd bêhêvî bikin.

Yek ji hevalbendên Simko di salên desthilatdariyê da Têymur Xanê Şikak bû ku ji aliyê dewletê ve hatibû girtin. Ew ji bo diyarkirina efûnameya Şahê Îranê çûye cem Simko û bi texmîn, hevkarîya wan kiriye an jî name di navbera her du alîyan de birine û anîne. Dawiyê Simko razî bûye ku bê bajarê Şino û bi rayedarên Îranî re rûne xwarê.

Li gor nivîsa kesên wekî Haşim Ehmedzade, bi hatina Simko re 100 siwarên Barzanî, 150 siwarên Şikak ên çekdar bi tifing û xenceran pê re bûn.

Pêşî, Serheng Nûwrozî û Fetah Axa yê Herkî li zozanên wan pêşwazîya Simko kirine û bi 250 siwarên Barzanî û Şikak re 50 kes jî ji siwarên Fetahbegê Herkî tevlî wan bûne ku biçine bajarê Şinoyê.

Li Şinoyê, xelkê wekî lîderekî Kurd bi germî pêşwazîya Simko kirine û vê rewşê serleşkerên Îranê xistiye nava tirs û fikaran. Her weha careke din ji wan re eşkere bûye ku Simko wekî serokekî Kurd di nav xelkê de kesekî hezkirî ye û nav û keda wî di hişê civakê de zindî ye.

Di roja 17.07.1930î de, Simko digihe nava bajarê Şinoyê.

Dema ku rayedarên Îranî vê pêşwazîya gel û giregirên Kurd dibînin, dibe ku nêrîna xwe guheribin û berî ku Simko ber bi Urmiyê yan jî Tebrîzê ve bibin, bi davkeke ji berê darijandî hema li wir wî dikujin.

Telegrafên ku bi awayekî pir nehînî û veşartî di navbera serleşkerên Îranê de hatine û çûne, vê rastiyê bi zelalî ji me re îspat dikin ku ji destpêkê heta dawîyê ew bi Simko re ne semîmî bûn. Hemû hewlên wan ew bûn ku wî bikişînin nava davika xwe ya jiholêrakirinê. Di çendîn telegrafên remzî de, sertîp Hesen Moqedem ji serheng Nûwrozî xwestiye ku bi danîna davikekê Simko bikujin û gelek soz dane wan ku heger karekî wiha ser bigire, wê xelatên giranbiha bistînin. Berî wê jî, hêza xwe li du bajarên Urmîye û Mehabadê agahdar kirine ku ber bi bajarê Şinoyê ve biçin. Roja 21ê Tîrmehê, serheng Nûwrozî û kesên derdora wî ji Simko daxwaz dikin ku ji bo pêşwazîya serleşker Moqdem biçine derveyî bajarê Şinoyê. Ew bi dizî hêzeke mezin li şeqama Bazarê û di îdareyên leşkerên dewletê de bi cih dikin û pilana terorkirinê û awayê destpêkirina karekî wiha bi hûrgilî ji wan re dîyar dikin.

Dema Simko bi Xurşîd Axa û kesên din re li gel serheng Sadiq Nûwrozî diçine derveyî bajêr ku berî serleşkerê artêşa Îranê yê ji Urmiyê bê û Simko bibîne, sertîp Moqdem bi telegrafekê wan agahdar dike ku autoya wî li ser rêya Soldozê (nêzî bajarê Neqedê) xera bûye û yê sibe bê hizûra Simkoyê Şikak. Ew ber bi bajêr ve vedigerin û dema digihên nêzî şirketa Ferhengiyan, gule ji her derê bi ser singê Simko û hevalên wî de dibarin. Simko dikeve û bi hawareke bilind ji şervanên Evdûyî re dibêje: Xosrû xelas bikin…” Xosrû kurê wî yê mezin bû û bi texmîn hingê 14-15 salî bû. Ew şahidekî zindî yê wê roja nexweş bû, lê ez nizanim ka wî bîranînên xwe nivîsîne yan ne!

Wê rojê şer sê-çar saetan berdewam bûye û gelek kes ji her du alîyan hatine kuştin û birîndarkirin.

Cihê terorkirina Simko û çend hevalên wî heta roja îro jî li bajarê Şinoyê cihekî taybet e. Ji wir re Bazarî Qedîm an jî Kevin tê gotin.

Çend belegeyên girîng hene ku pilana ji berê de amadekirî bo terorkirina Simko îspat dikin. Rapora sertîp Hesen Moqedem bo wezareta Şer (30 Tîr 1309 Hetavî – 21. Tîrmeha sala 1930ê zayînî ) bi dirêjî behsa hewldanên wan dike ka çawa bi rêya çend qasidên xwe û dostên Simko jê re name nivîsandine û ew bi hevkarîya qasidê Şêx Ehmedê Barzanî di nava daristana bi navê Marî de kişandine nava sînorên axa Rojhilatê Kurdistanê.

Di nivîs, rapor û vegotinên rayedarên artêş, rojnameger û dîroknivîsên Îranî de, his û aliyê wan yê atifî û axaftinên lihevnehatî bi eşkeretî dîyar in. Ji Ehmed Kesrewî, Mihemed Temedon û Serwan Ehmed Kavîyanpur bigire heta nivîs û raporên serleşker Moqdem û Haşim Ehmedzade, em rastî derew û durûtiya wan tên. Ji ber wê jî di warê lêkolînên zanistî de, nivîsên wan nikarin wekî belgeyên nirxdar an jî cihê baweriyê bêne bikaranîn.

Simko gelek caran wiha gotibû:“ Min Riza Pehlewî nekuşt, lê ewê rojekê min bikuje….“.

Xala balkêş a siyaseta çewt û şovenîstî ya dewleta Îranê ewe ku li pey kuştina Simkoyê Şikak termê wî bi awayekî veşartî li cihekî veşartine ku kes nizane kûye. Li pey şehadetê jî ew ji meznahî û bandora nav û xebata Simkoyê Şikak ditirsyan. Tirsa ku îro jî ji navê wê heye.

Rojî KURD: Di dawiyê spas ku we dema xwe da me, tikaye ger gotineke we heye fermon bêjin.

Bersiv: Spas bo pirsyarên we yên ku bersiveke dirêj ji wan re pêwîst bû. Simko ger ne Kurd bûya, belkî ji ber dijberîya wî ya li hemberî hakimên xerab ên wê serdema Îranê niha paşnavê di tarîxa 13866752_10154401541978139_1622902738_nÎranê da xwedî nasnavê “qehremanekî milî” bûya, lê ew kedkarekî doza xwe ya netewî ye û hîn jî Îranî bi xerabî behsa wî dikin. Min di lêkolînên xwe da gelek aliyên serhildan, kesayetî û ramanên Simko eşkere kirine. Ew kesekî jîr û zana bû. Eşqa wî Kurdistanî bû û ji ber ku kesekî xwefiroş nebû û nedixwest bibe aletê destê Inglîz û Tirkan, hemû tistekî xwe ji dest da. Hêşta jî Kurda mafê Simko nedanê. Li başûrê Kurdistanê tenê navê şeqamekê li Hewlêrê li ser navê wî bû, lê berpirsên hikûmetê bêberpirsyarane ew nav li ser wê şeqamê hilanîn. Li gor min ev karê han ne tenê sivkatî bi hemû Kurdên Kurdistana meze, belkî li dijî keda kesên weke Şêx Mehmûd, Şêx Ehmedê Barzanî û Mistefa Barzanî ye jî. Çimkî ew lîder tev hevalbendên doza Simko bûn û di tengaviyê da ji bo serxwebûna Kurdistanê hevkariya hev kirine. Divê em izinê nedin ti aliyekî ku li dijî ked, kesayetî û xizmeta Simko sivkatiyê bi wî bikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.